​​​​​​​Alîkariyên ku xelkê Silêmaniyê şandine gihaştin Şehbayê

Karwanekî alîkariyên ku xelkê bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ji bo koçberên Efrînê yên dorpêçkirî û mexdûrên erdhejê kom kirine, gihaşt Şehbayê.

​​​​​​​Alîkariyên ku xelkê Silêmaniyê şandine gihaştin Şehbayê
​​​​​​​Alîkariyên ku xelkê Silêmaniyê şandine gihaştin Şehbayê
​​​​​​​Alîkariyên ku xelkê Silêmaniyê şandine gihaştin Şehbayê
​​​​​​​Alîkariyên ku xelkê Silêmaniyê şandine gihaştin Şehbayê
​​​​​​​Alîkariyên ku xelkê Silêmaniyê şandine gihaştin Şehbayê
​​​​​​​Alîkariyên ku xelkê Silêmaniyê şandine gihaştin Şehbayê
21 sibat, 2023   16:18
ŞEHBA

Piştî 5 rojan ji astengiyên bendên kontrolê yên hikumeta Şamê, karwanekî alîkariyan ê ji 7 kamyonan ku xelkê bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdstanê di çarçoveya hemleya “Niwasîkim” de kom kiribû, gihaşt kantona Şehba ya dorpêçkirî.

Alîkarî ji madeyên tenduristî, şîrê zarokan û madeyên din ên alîkariyan pêk tên.

Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Desteya Kar û Barên Civakî ya kantona Şebayê alîkarî wergirtin û dê li koçberên Efrînê û mexdûrên erdhejê belav bikin.

Endamê Rêveberiya Heyva Sor a Kurd a kantona Şehbayê Hesen Nebo ku ji ajansa me re axivî, spasiya xelkê Başûrê û bi taybetî xelkê Silêmaniyê kir.

Nebo detnîşan kir ku wê alîkarî bi awayekî bi lez li koçberan û mexdûrên erdhejê bên belavkirin.

(cx)

ANHA