​​​​​​​Komploya Navneteweyî li 9 bajar û navçeyan tê şermezarkirin

Komploya Navneteweyîa ya li dijî Rêber Ocalan îro li 9 bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê şermezarkirin.

​​​​​​​Komploya Navneteweyî li 9 bajar û navçeyan tê şermezarkirin
15 sibat, 2023   07:17
 NAVENDA NÛÇEYAN

Îro (15`ê Sibatê) salvegera 24`an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan e ku sala 1999`an pêk hatibû, di encamê de Rêber Ocalan li paytexta Kenya Nayrobî hat revandin û radestî dewleta Tirk hat kirin.

Ji bo şermezarkirina kompoloyê, îro li 9 navçe û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşemeya “Bi têkoşîna gelan em ê pergala Îmraliyê hilweşînin” meş tên lidarxistin.

KANTONA QAMIŞLO

*Qamişlo: Meş saet di 10:30`an ji Çarxerêya Sonî dest pê dike û heta Navneda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo dewam dike.

*Girkê Legê: Meş saet di 11:00`an de ji Qada Şehîd Xebat dest pê dike.

*Dêrik: Meş saet di 11:00`an de ji Qada Azadî dest pê dike.

KANTONA HESEKÊ

*Hesekê: Şênî saet di 11:00`an de li Çarxerêya Sînalko ya taxa Til Hecer kom dibin û dest bi meşê dikin. Meş li nêzî Parka Rêbertî ya taxa Nasira bi dawî dibe.

*Dirbêsiyê: Meş ji pêşiya navenda Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê saet di 11:00`an dest pê dike û li pêşiya navenda Kongra Star bi dawî dibe.

KOBANÊ

Meş ji Qada Jina Azad saet di 11:00`an de dest pê dike û heta Kolana 48 dewam dike.

TEBQA

Meş ji pêşiya Parka Şehîd Hevrîn Xelef a li taxa sêyemîn saet di 12:00`an de dest pê dike.

REQA

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê saet di 17:00`an ji pêşiya navenda xwe dest bi meşa meşeleyan dikin.

KANTONA ŞEHBA

Meş ji navçeya Fafînê saet di 12:00`an de dest pê dike.

(cx)

ANHA