Li Kampa Serdem dermanên êşbir jî nemane

Ji ber dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêma Şehbayê, li Kampa Serdem dermanên êşbir jî êdî nemane.

Li Kampa Serdem dermanên êşbir jî nemane
Li Kampa Serdem dermanên êşbir jî nemane
Li Kampa Serdem dermanên êşbir jî nemane
Li Kampa Serdem dermanên êşbir jî nemane
15 sibat, 2023   07:03
ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN

Beriya 5 mehan hikumeta Şamê dorpêçek giran daniye ser kantona Şehba, navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê û nahêle ku sotemenî, derman û madeyên xwarinê derbasî herêmê bibin.

Koçberê bi navê Ferîd Birîm der barê mijarê de axivî û diyar kir ku bi sedema dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêmê, azarên wan roj bi roj zêdetir dibin.

Birîm wiha got: "Şênî neçar dimînin ku mobîlyaya malên xwe, madeyên blastîk, tûrên naylon û cilên kevin bişewitînin da ku pê xwarinê û şîrê zarokan çêbikin. Ji ber wê, di nava zarok û kesên temenmezin de hin rewşên xeniqînê derdikevin. Her wiha dibe sedema şewatê li konan. Beriya çend rojan ji ber çêkirina xwarinê agir bi çend konên li Kampa Serdemê ket."

Birîm destnîşan kir ku li noqteya Heyv Sor a Kurd a li Kampa Serdem êşbir jî nemane, dermanên nexweşiyên giran û hin nexweşiyên din jî nayên peydakirin.”

Koçberekî din ê bi navê Azar Mihemed jî bi bîr xist ku ji beriya 5 salan de ew li Şehbayê di nava êriş, dorpêç û şert û mercên zehemt ên jiyanê de li ber xwe didin û bi hêviya vegera li Efrînê jiyan dikin.

Mihemed bal kişand ku îsal ji ber kiryarên neheq û siyasetên hikumeta Şamê, azarên wan duqat bûne.

(fr/cx)

ANHA