Hikumeta Şamê bîlançoya dawî ya erdhejê ragihand

Li seranserê Sûriyeyê ji ber erdhejê 3 hezar û 694 kesan jiyana xwe ji dest da, 14 hezar û 814 kes jî birîndar bûn.

Hikumeta Şamê bîlançoya dawî ya erdhejê ragihand
15 sibat, 2023   07:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Di berbanga 6`ê Sibatê de li Bakurê Kurdistanê-Tirkiyeyê, bakur û navarasta Sûriyeyê bi pileyên 7.7 û 7.6 erdhej çêbûn. Erdhej li herêmên bakur û rojhilatê Lubnanê, rojhilatê Deryaya Spî jî hat hîskirin. Ji ber erdhejê bi deh hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan û wêraniyek mezin pêk hat.

HERÊMÊN DAGIRKIRÎ

Li gorî daneyên ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de hatine, li wan herêman 2 hezar û 274 kesan jiyana xwe ji dest da, 12 hezar û 400 kes jî birîndar bûn. Bi sedan malbat hê jî di bin enqazan de ne û dibe ku bîlanço girantir bibe.

HERÊMÊN HIKUMETA ŞAMÊ

Wezîrê Tenduristiyê yê hikumeta Şamê Dr. Hesen El Xebaş bîlançoya dawîn a erdhejê ragihand. Li gorî Xebaş, di erdhejê de hezar û 414 kesan jiyana xwe ji dest daye, 2 hezar û 357 kes jî birîndar bûne.

Bîlançoya Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê tenê herêmên serweriya hikumeta Şamê digire nava xwe.

HERÊMÊN RÊVEBERIYA XWESER

Li gorî bîlançoya Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 6 kesan jiyana xwe ji dest da, 57 kes jî birîndar bûn.

(cx)