Koçberan 20 ton cil û betanî dan mexdûrên erdhejê

Koçberên Kampa Erîşa ya li başûrê Hesekê ji bo alîkarîdayîna mexdûrên erdhejê nêzî 20 ton cilên zivistanê û betanî wek alîkarî pêşkêş kirin.

Koçberan 20 ton cil û betanî dan mexdûrên erdhejê
Koçberan 20 ton cil û betanî dan mexdûrên erdhejê
Koçberan 20 ton cil û betanî dan mexdûrên erdhejê
Koçberan 20 ton cil û betanî dan mexdûrên erdhejê
Koçberan 20 ton cil û betanî dan mexdûrên erdhejê
15 sibat, 2023   06:19
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê ji bo alîkarîdayîna mexdûrên erdhejê bi navê “Bi hev re ji bo mirovahiyê” kampanyaya alîkariyan dabû destpêkirin.

Di wê çarçoveyê de, li bajarê Hesekê du konên alîkariyan hatine vedan. Yek li kêla Qada Agirkujiyê ya taxa Til Hecer, ya din jî li kêleka Çerxeriya Şehîd Ezîz a li taxa Xiwêran e.

Bi dehan şêniyên Hesekê yên ji pêkhateyên cuda xwe da her bin du konan û alîkariyê pêşkêş dikin.

/ar/uploads/files/2023/02/15/045825_amr-shryf.webp

Têkildarî mijarê, Endamê Meclisa Bakurê Hesekê Omer Şerîf axivî û diyar kir ku kon ji beriya sê rojan de hatine vedan.

Li gorî Şerîf, koçberên Kampa Erîşa (30 km li başûrê Hesekê ye) tevî rewşa xwe ya dijwar jî, nêzî 20 ton cilên zivistanê û betanî wek alîkarî şandine.

Şerîf anî ziman ku şêniyên bajêr bi biçûk û mezinên xwe ji bo alîkarîdayîna mexdûran însiyatîf dane destpêkirin.

Kampanyaya alîkariyan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê wê heta 20′ê Sibatê dewam bike.

(fr/cx)

ANHA