Salih Gedo: Banga KCK`ê berpirsyariya nîştimanî û mirovî ye

Salih Gedo da zanîn ku banga KCK`ê ya rawestandina çalakiyên leşkerî berpirsyariya nîştimanî û mirovî ye, lê dewleta Tirk bi şer bersiv dide.

Salih Gedo: Banga KCK`ê berpirsyariya nîştimanî û mirovî ye
15 sibat, 2023   03:17
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê Salih Gedo der barê banga KCK`ê ya rawestandina çalakiyên leşkerî ku ji ber erdheja li Bakurê Kurdistanê-Tirkiyeyê dabû, ji ajansa me re axivî.

Salih Gedo diyar kir ku banga KCK`ê berpirsyariya nîştimanî û mirovî ye, bi cesaretek mezin hatiye dayîn û hurmeta li hemberî mexdûrên erdhejê nîşan dide. Gedo anî ziman ku ev bang nêzîkahiya PKK`ê ya ji bo mirovahiyê nîşan dide.

Salih Gedo anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi şer bersivê dide birayara KCK`ê û li Başûr û  Rojavayê Kurdistanê êrişên xwe didomîne.

Gedo xwest ku gav bên avêtin û diyalog were destpêkirin, hêzên navneteweyî jî erka dikeve ser milê wan pêk bînin.

Gedo ji muxalefeta Tirkiyeyê jî xwest ku piştgirî bide banga KCK`ê û dengê xwe li hember kiryarên desthilata Tirk bilind bike.

(cx)

ANHA