​​​​​​​Li Şedad û Holê Komploya Navneteweyî hat şermezarkirin

Şêniyên navçeyên Şedad û Holê yên Hesekê bi du çalakiyên cuda tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û banga azadiya wî ya fîzîkî kir.

​​​​​​​Li Şedad û Holê Komploya Navneteweyî hat şermezarkirin
​​​​​​​Li Şedad û Holê Komploya Navneteweyî hat şermezarkirin
​​​​​​​Li Şedad û Holê Komploya Navneteweyî hat şermezarkirin
​​​​​​​Li Şedad û Holê Komploya Navneteweyî hat şermezarkirin
14 sibat, 2023   20:13
HESEKÊ

Xwepêşandana li Şedadê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve bi tevlêbûna şêniyên navçeyê, endamên saziyên navçeyên başûrê Hesekê ji pêşiya navenda ciwanan a li taxa başûr dest pê kir.

Beşdarên xwepêşandanê meşale û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan.

Xwepêşandan li qada Rêber Abdullah Ocalan rawestiya û veguherî mitingê. Di mitingê de, endamê Tevgera Ciwanan Casim El Xidêr axivî û Komploya Navneteweyî şermezar kir.

El Xidêr wiha domand: “Em bi fikr û felsefeya rêberê neteweyî Abdullah Ocalan dijîn. Ji vi rem bi tundî komploya li dijî wî şermezar dikin. î

Di dawiyê de xwepêşandêran berxwedana Rêber Abdullah Ocalan silav kir û banga azadiya wî ya fîzîkî kir.

HOL

Li Holê jî xwepêşandan ji deriyê têketina navçeyê yê sereke dest pê kir. Ciwanên navçeyê û endamên saziyên civaka sivîl tev li çalakiyê bûn ku heta Navenda Perwerdeyê berdewam kir.

Di xwepêşandanê de beşdaran meşale û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan.

Li pêşiya Navenda Perwerdeyê, endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Holê Hesûn Ewad axivî û Komploy Navneteweyî şermezar kir.

Ewad diyar kir ku di dîrokê de ev komploya herî mezin e lê Rêber Abdullah Ocalan komplo têk bir û gelên Rojhilata Navîn ji etûna şerê dûr xist.

Di dawiyê de Hesûn piştgiriya xwe bi Rêber Abdullah Ocalan re rave kir.

(şx)

ANHA