Ciwanên Minbicê: Heta bidawîkirina tecrîdê têkoşîna me berdewam e

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşeke bi meşaleyan li dar xist û destnîşan kirin ku heta pêkanîna azadiya wî û bidawîkirina tecrîdê, têkoşîn berdewam e.

Ciwanên Minbicê: Heta bidawîkirina tecrîdê têkoşîna me berdewam e
Ciwanên Minbicê: Heta bidawîkirina tecrîdê têkoşîna me berdewam e
Ciwanên Minbicê: Heta bidawîkirina tecrîdê têkoşîna me berdewam e
Ciwanên Minbicê: Heta bidawîkirina tecrîdê têkoşîna me berdewam e
14 sibat, 2023   20:00
MINBIC

Meşa ciwanan bi tevlêbûna endamên tevgerê û Yekitiya Jinên Ciwan ji çerxerêya Mîzan dest pê kir. Ciwanan “Bijî berxwedana Serok Apo”, “Bijîn berxwedana ciwanên şoreşger” berz kirin. Meşa ciwanan li pêşiya Stada 4`ê Nîsanê rawestiya.

Di çalakiyê de endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Şêrîn Mihemed El Ehmed axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide projeya netewa demokratîk têk bibe ji ber ku encama fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e ku rêya azadiyê û jiyana bi rûmet nîşanî hemû gelan da.”

Şêrîn destnîşan kir ku dewleta Tirk tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê ferz dike ku di dîroka dewleta osmanî ya zordest de cihê herî kirêt e.

Her wiha Şêrîn got ciwan piştgiriya têkoşeran dikin ji bo ku gel ji siyaseta hovane ya dewleta Tirk a dagirker xilsa bibe û soza berdewamkirina têkoşînê heta bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan da.

Di dawiyê de Şêrîn diyar kir ku rêxistinên navneteweyî û CPT berpirsên eşkerekirina rastiya rewşa Rêber Abdullah Ocalan û got: “Kes nikare roja azadiyê tarî bike û vîna me bişikîne.”

(şx)

ANHA