Kamyoneke Heyva Sor a Kurd gihaşt Şêxmeqsûdê

Kamyoneke alîkariyê ya Heyva Sor a Kurd gihaşt taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê.

Kamyoneke Heyva Sor a Kurd gihaşt Şêxmeqsûdê
Kamyoneke Heyva Sor a Kurd gihaşt Şêxmeqsûdê
Kamyoneke Heyva Sor a Kurd gihaşt Şêxmeqsûdê
Kamyoneke Heyva Sor a Kurd gihaşt Şêxmeqsûdê
Kamyoneke Heyva Sor a Kurd gihaşt Şêxmeqsûdê
8 sibat, 2023   10:16
HELEB

Wek tedbîrekê li hember erdhejên muhtemel piştî erdheja ku li Bakurê Kurdistanê û li herêmên cuda yên Sûriyeyê pêk hat, Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li qadên giştî kon danîn û stargeh amade kirin.

Heyva Sor a Kurd jî kamyoneke alîkariyan ji mexdûran re şand.

Kamyon vê sibehê gihaşt her du taxan. Barê kamyonê bi piranî betanî û kon e, da ku li qadên vala û dûrî avahiyên bilind werin danîn û xelk lê bi cih bibe.

Meclisa Giştî ya her du taxan navendên kombûnê ji bo şêniyên rojhilatê Şêxmeqsûdê ku gelek malan lê zirar dîtiye û bi xetereya hilweşînê re rû bi rû ne, veqetandin.

Li gorî meclisê, konên ku gihaştine taxan dê di çend saetên pêş de bi alîkariya Heyva Sor a Kurd li cihên ewle werin danîn.

(cx)

ANHA