Heyva Sor li Dirbêsiyê konên nû danîn

Heyva Sor a Kurd li navçeya Dirbêsiyê konên nû danîn. Welatiyekî navçeyê jî konekî din danî ji bo ku şêniyên di avahiyan de dimînin, di rewşên awarte de xwe lê bigirin.

Heyva Sor li Dirbêsiyê konên nû danîn
Heyva Sor li Dirbêsiyê konên nû danîn
Heyva Sor li Dirbêsiyê konên nû danîn
8 sibat, 2023   10:39
 HESEKÊ

Saziyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tedbîrên li hember erdhejên muhtemel zêde dikin.

Heyva Sor a Kurd hejmara konên li navçeya Dirbêsiyê danîne zêde kirin. Berê li navçeyê 2 kon hatibûn danîn, niha konekî din lê hat zêdekirin.

Welatiyê bi navê Mûsa Mihyedîn Osman û birayê xwe Hesen Osman jî ji bo şêniyên li avahiyên bilind dimînin, konek danî.

(cx)

ANHA