Li Kobanê avahiyên zirardîtî tên hilweşandin

Şaredariya Gel a Kobanê mal û avahiyên ku li bajêr ji ber erdhejê zirar dîtine, hildiweşîne.

Li Kobanê avahiyên zirardîtî tên hilweşandin
8 sibat, 2023   10:09
 KOBANÊ

Şaredarî ji duh êvarê de mal û avahiyên ku ji ber erdhejê zirar dîtine, hildiweşîne. Xebatên hilweşandinê dewam dikin.

Dîwarên gelek mal û avahiyan zirar dîtin, ev yek xetereyê li ser jiyana niştecihan çêdike. Ji lew re şaredarî van dîwaran hildiweşîne da ku zirarên zêdetir çênebin.

Heta niha 6 avahiyên li cem daristana bajêr û hin parçeyên stasyona Mistefa Derwêş hatine hilweşandin. Xebatên şaredariyê îro li cihên din dewam dikin.

Tîmên endazyariyê yên girêdayî şaredariyê li ser malan digerin û avahiyan kontrol dikin.

Ji ber erdheja ku li bajarê Mereş ê Bakurê Kurdistanê rû daye, li Kobanê jî 3 kes birîndar bûbûn û avahiyeke vala hilweşiyabû. Bîlançoya qurbaniyên erdhejê li Tirkiyeyê 7 hezar derbas kiriye û zêdetirî 40 hezar kes birîndar in. Xebatên rizgarkirinê jî bê navber dewam dikin û bîlanço her ku diçe girantir dibe.

(cx)

ANHA