​​​​​​​Plansaziya Şaredariya Reqayê ya 2023'yan

Şaredariya Gel a Reqayê bi armanca avakirina bajarekî bedew,  di sala 2023'yan de wê gelek pirojeyan pêk bîne.

​​​​​​​Plansaziya Şaredariya Reqayê ya 2023'yan
8 sibat, 2023   04:21
REQA-MIHEMED XELÎL

Şaredariya Gel a Reqayê bi armanca pêşxistina xizmetguzeriyê, gelek projeyên xizmetguzariyê dest pê kir. Hevserokê Şaredariyê Malik El Herîrî ji ajansa me re projeyên herî girîng ên ku dê şaredarî sala 2023`yan eşkere kirin

PROJEYÊN KANALÎZASYONÊ

Karê serê pêşîn dê şaredarî di 2023`yan de pêk bîne, restorekirina tora kanalîzasyonê ya kolana El Wadî ya Reqayê, sererastkirina torên avê û kehrebeyê li wê kolanê ye.

Kolana El Wadî yek ji kolanên herî girîng ên bajêr e ku sedan dikanên bazirganiyê di nav de ye.

Li ser giliyên şêniyên kolanên şaxî, şaredarî dê hemû torên kanalîzasyonê sererast bike û yên telefbûyî bi yên nû biguhere.  

PARK

Şarêdariya Gel a Reqayê di 2023`an de wê hemû parkên di nava taxê de û parka Panorama sererast bike û dê sererastkirina parka El Beyda ya taxa Cemîlî temam bike.

ZiFT Û PROJEYÊN DIN

Şarêdariyê ji bo ziftkirina kolanên bajêr, di nav de kolana El Wadî, kolanên şaxî yên di navbera koolanên Til Ebeyd û El Wadî de, kolana Kornîş a taxa El Mişleb heta Sûka El Hal û ji taxa El Mişleb ta sûka pez li bakur rojhilatê Reqayê heye, 15 hezar metrekab veqetandiye.  

Bi armanca bidawîkirina qirêjbûnê di nava taxan de, El Herîrî destnîşan kir ku Şaredariya Gel a Reqayê dê erebeyên paqjiyê eyar bike û hejmara hawiyan li taxên bajêr zêde bike.

El Herîrî diyar kir ku piştî serkeftina projeya sererastkirina kolana El Mensûr bi qermîtan, şaredariyê dê vê projeyê li kolanên taxên kenvar ên Reqayê pêk bîne.

El Herîrî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Şaredariya Gel a Reqayê, li kêlekî pirojeyên xwe karê xwe yê rojane ji bo parastina paqijiyê didomîneû çavdêriya sûkan û buhayan dike.

(zh)

ANHA