Ajokar daxwaza vegerandina sîstema çirayên trafîkê dikin

Ajokarên li bajarê Qamişlo gazinên xwe li ser sîstema çirayên trafîkê anîn ziman û daxwaz kirin ku çira wekî berê bi rêk û pêk werin pêxistin.

Ajokar daxwaza vegerandina sîstema çirayên trafîkê dikin
Ajokar daxwaza vegerandina sîstema çirayên trafîkê dikin
8 sibat, 2023   05:33
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Di sala 2021`an de Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Herêma Cizîrê wek ceribandin çirayên trafîkê danîn hin cihên li nava bajarê Qamişlo. Ew tecrube erênî hat dîtin û sala par çirayên trafîkê li 18 cihên din ên bajarên Qamişlo û Hesekê hatin danîn.

Lê ji destpêka Payîza 2022`yan ve, çirayên trafîkê ji ber sedemên ne diyar li Qamişlo û Hesekê pê nediketin.

Beriya mehekê çirayên trafîkê carek din li her du bajaran hatin pêxistin, lê belê çira carna pê dikevin, carna jî vedimirin û ji ber wê ajokar li gorî wan tevnagerin. Ajokarên li Qamişloyê der barê mijarê de axivîn.

Mesûd Ebdullah destnîşan kir ku çirayên trafîkê ji bo kêmkirina qelebalixa li bajar û qezayên trafîkê pir baş encam da û got: “Lê niha tên vemirandin. Eger wek berê pêxistî bimînin, wê hemû ajokar li gorî wan tevbigerin.”

Ebdulhemîd Ebas jî bang li Rêveberiya Trafîkê kir ku careke din çirayan bi rêk û pêk bike û wiha got: “Di sîstema çirayan de tevlihevî heye. Ji ber wê ajaokar kêm caran li gorî wê tevdigerin.”

Me xwest Rêveberiya Trafîkê ya Herêma Cizîrê sedemên pirsgirêkê diyar bike, lê heta niha bersiva me nehatiye dayîn.

(cx)

ANHA