ʹCPT ji wateya nav û dirûşmên xwe dûr eʹ

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xemsariya CPTʹyê ya li hember rewşa rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û gotin, heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan çalakiyan li dar bixin.

ʹCPT ji wateya nav û dirûşmên xwe dûr eʹ
7 sibat, 2023   23:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan anîn ziman û banga mezinkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir.

HESEKÊ

/kr/uploads/files/2023/02/07/183828_-large.webp

Bavê şervana YPJʹê ya şehîd Perwîn Derwîş, Kamîran Derwîş got dewleta Tirk a dagirker bi girankirina tecrîdê û qedexekirina hevdîtinê dixwaze vîna gelê Kurdistanê û projeya wî tê bibe. Kamîran Derwîş got: "Dewleta Tirk nikare vîna gelan têk bibe. Ji ber ku gel îdeolojiya rêber Abdullah Ocalan û xeta şehîdan dişopînin.ʹʹ

/kr/uploads/files/2023/02/07/184017_-large.webp

Xwişka şervanên QSDʹê yên şehîd Malik û Mahir Hewan, Necah Hewas xemsariya CPTʹyê ya li hember tecrîdê şermezar kir û got: “CPT ji nav û dirûşmên xwe dûr e.”

Necah bang li gelê Rojava kir ku dakevin qadan, banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bikin û çalakiyên li dijî siyasetên dewleta Tirk a dagirker li dar bixin.

/kr/uploads/files/2023/02/07/183738_-large.webp

Her wiha dayika şehîd Enwer Subhî ku şervanê QSD`ê bû, Xalse Hesen bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku li hember kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rêber Abdullah Ocana û girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyê de, erkên xwe pêk bînin.

REQA

/kr/uploads/files/2023/02/07/183946_-.webp

Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Mezlûm Hemo diyar kir ku Komploya Navneteweyî, li dijî fikr, çand û felsefeya rêber Abdullah Ocalan e.

Hemo wiha domand: “Em dê li ber xwe bidin heta azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk were. Dê hemû pêkhateyên herêmê; Kurd, Ereb, Suryan û Asûr tev lê vê têkoşînê bibe. Azadiya Serok, daxwaza me ya sereke ye.”

/kr/uploads/files/2023/02/07/183634_-.webp

Hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Reqayê, Buşra El Ehmed got: “Rêberê me di aliyê bedenî de dîl girtin, lê fikrê wî azad e. Kes nikare fikr û felsefeya wî bigire ku di nava gelên herêmê de belav bû.”

Buşra anî ziman ku doza rêber Abdullah Ocalan ne tenê doza gelê Kurd e lê belê doza tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê ne.

Buşra wiha pê de çû: “Xwepêşandan û panelên me heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah berdewam in. Dê sala 2023`yan bibe sala serkeftin û azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan e.”

ŞEHBA

/kr/uploads/files/2023/02/07/183719_-.webp

Koçberê bi navê Henîf Seydo yê ji Efrîn ku li kantona Şehbayê dimîne got, tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan tecrîda li ser hemû gelên herêmê ye.

Seydo ev li gotinên xwe zêde kir: “Ji 2 salan ve, em agahiyê ji rêber Abdullah Ocalan nagirin. Ji ber wê em bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî dikin ku yekser rewşa wî eşkere bikin.”

Seyda bang li koçberên Efrînê yên li Şehbayê kir ku çalakiyên xwe berdewam bikin ta ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk tê.

/kr/uploads/files/2023/02/07/183849_-.webp

Koçberê bi navê Mehmûd Mistefa jî got: “Em baş dizanin ku ramanê Rêbertî ji aloziya Rojhilata Navîn çareseriya herî guncaw e, ji ber wê tecrîda li ser berdewam e.”

Mistefa anî ziman ku dewleta Tirk a faşîst baş dizane ku rêber Abdullah Ocalan ji bo gelên herêmê jêdera hêz, vîn û berxwedanê ye û nikare vîna gelên herêmê têk bibe.

Mistefa rola rêxistinên mirovî, hiqûqî û CPTʹyê ya li hember kiryarên dewleta Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

/kr/uploads/files/2023/02/07/183756_-.webp

Koçbera bi navê Semîra Mihemed tecrîd şermezar kir û kiryarên dewleta Tirk a dagirker bi derexlaqî û dermirovî bi nav kir. Semîra bang li rêxistinên têkildarî mafên mirovan kir ku fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku tecrîdê bi dawî bike.

(şx)

ANHA