​​​​​​​Ciwanên Lubnanê daristanên xwe diparêzin

Li Lubnanê diyardeya qutkirina daran zêde bûye. Xelkê deverên nêzî daristanan nobeta şevê ya parastinê digirin.

​​​​​​​Ciwanên Lubnanê daristanên xwe diparêzin
8 sibat, 2023   01:40
BEYRÛT – ZIYAD EBÛ XEZALE

Aloziya aborî û diravî ya li Lubnanê her ku diçe zêde dibin. Nirxê lîreya Lubnanê li hemberî dolarê amerîkî hilweşiya ye û mûçeyên karmendan jî ji zêde 90 nirxê xwe winda kiriye. Di encamê de, sotmenî di nav de buhayê hemû madeyan bilind bûye.

Ji ber vê yekê piraniya niştecihên li gund û çiyayan yên nikarin mazotê bikirin, serî li qutkirina daran didin û wekî êzîng bi kar tîninû difroşin. Li hemberî vê yekê saziyên dewletên yên çavdêrî û parastina jîngehê erkên xwe bi cih nayînin.

Ji bo parastina daristanên gundê xwe, komeke ciwan bi şevê nobetê digirin.

Efserê polîsên gundê Eynata, Xandî Rehmê qutkirina daran bi qirkirinê bi nav kir û got, gelek şêniyên herêmê û karkerên ji derve darên ku temenên vedigerin hezarên salan, qir dikin.

Xandî Rehmê anî ziman ku Lubnan di nava mercên zehmet, aloziyên siyasî, aborî û ewlehî de ye û dewleta heyî nikare daristan û serwestên jîngehê biparêze.

Lê Wezareta Çandiniyê ji ber kêmbûna hejmara gardiyanên pêwîst zehmetiyan dikişîne. Hejmara gardiyanan 140 e, lê pêwîstî bi zêdetirî 330 gardiyanan heye da ku vî erkî pêk bînin.

Ji ber tunebûna rola dewletê, hejmareke ciwan erkên parastina daristanên gundê xwe girtine ser xwe.

Ciwanan got: "Her hefte hejmara daran kêm dibe, ji ber ku li cihên bilind û dûrî çavan in. Sedema vê yekê rewşa debarê ya zehmet e ku her kesî para xwe jê girtiye. Sedema din jî pêla mijê ye."

Ciwanan diyar kir ku ji aliyê saziyên peywendîdar ve çavdêrî tune ye û dewleta erkê xwe bi cih nayîne, her wiha gotin: "Welatî bandorên xeternak ên vê diyardeyê li ser jîngeh û Lubnaniyan nizanin. Ji ber vê yekê em ciwanên gundan nobeta şevê digirin û li şûna dewletê erkê parastina dar û daristanên xwe pêk bînin."

Pisporê ekolojî Pol Ebî Raşid ji ANHA`yê re axivî û anî ziman ku li Lubnanê pêwîstiya qutkirina daran bi qedexekirin û krîmînalîzekirin tune ye û got: "Lê belê divê rêveberiyeke hevgirtî ji bo daristanan hebe. Bi wateyeke din divê li gorî planeke diyar û tedbîrên hişk destûra birînê were dayîn. Her wiha divê destûr were dayîn ku bi rengekî ku li gorî çarçoveya qanûnî be û berdewama jiyan û xwezayê biparêze, qada keskahî were îstismarkirin."

Ebî Raşid di dewama axaftina xwe de got: "Nabe em mirovan ji hawirdorê dûr bixin. Divê em rola wan a erênî di çavdêriya li nebat û daran de aktîf bikin, da ku daristan ji şewatan bê parastin û bandorên aloziya aborî û civakî ya li herêma sivik be. Di bingeh de herêma me civakeke çandî ye û xwe dispêre komir û êzingan."

Ebî Raşid bang li aliyên têkildar kir ku dizên daristanên ceza bikin û got, bêdengî dihêle ku binpêkirin û dizî zêdetir bibin.

(bb)

ANHA