Li Tebqayê tedbîrên rewşa awarte

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê li navend û konên hewandinê alavên germkirinê û ronahî danîne. Tîmên Rewşên Awarte di amadebaşiyê de ne.

Li Tebqayê tedbîrên rewşa awarte
7 sibat, 2023   19:14
TEBQA

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê bi hevkariya şêniyan duh 5 kon li bajar vegirtine da ku şênî di rewşên erdhejê de bi kar bînin. Hejmara şêniyên ku xwe li van kon û navendan girtine zêde dibin.

Ji ber serma û baranê, Rêveberiya Sivîl tedbîrên nû li van navend û konan de girtine. Rêveberiyê hejmara sobe û nivînan zêde kirin û ronahî danîn.

Ji bo rewşên awart, Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Tebqayê, Tîmên Rewşa Awarte û Agirkujiyê li derdora navend û konan in.

Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan wê sibe sibeha du otobûsan bişîne Helebê da ku xwendekarên zanîngehê yên li wir asê mane, bighînin bajarên wan.

(bb)

ANHA