Herêma Firatê li hemberî erdhejek muhtemel sefer bûye

Ji bo parastina şêniyan ji pêleke muhtemel a erdhejê, Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bi hemû derfetên xwe seferber bûye.

Herêma Firatê li hemberî erdhejek muhtemel sefer bûye
8 sibat, 2023   00:47
KOBANÊ

Piştî erdheja roja Duşemê ya li Bakurê Kurdistanê ku herêmên Sûriyeyê, di nav de Kobanê pê bandor bû, Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê tedbîrên pêwîst ên parastinê ji pêleke muhtemel a erdhejê girtin. Rêveberiyê ji bo kesên ku di avahiyên bi qatan de bi dijîn, 6 konên hewandinê vegirtin.

Ji bo rewşên awarte ji endamên Hevya Sor a Kurd, saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên sivîl komîteyek hatiye avakirin.

Di encama erdhejê de li Kobanê 3 kes birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn.

Têkildarî tedbîrên ku hatine girtin, hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn ji ajansa me re axivî û got: "Ji du rojan ve, ji ber pêla erdhejê em di rewşeke awarte de ne. Di çarçoveya herêma Firatê de me komîteyên awarate ava kirin û me kon ji şêniyan li bajarê Kobanê re vedane. Ji bo parastina berjewendiyên giştî hemû saziyên li herêmê tev li komîteyê bûn."

Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Firatê û endamê Komîteya Rewşên Awarte ya Kobanê Fewaz Ehmed jî got: ", em hewl didin hejmara konan zêde bikin, ji ber ku di rojên bê de erdhej çêbibe. Em ê li her taxekê kon vegirtin û pêwîstiyên xewê û xwarinê jî pêşkêş bikin."

Fewaz Ehmed anî ziman ku armanca wan a pêşî û dawî parastina silametiya şêniyan e û got: "Ji bo rewşên awarte me hemû îmkanên xwe xisitine xizmeta şêniyan."

(bb)

ANHA