​​​​​​​Îsam Ezûz: Îstiqrara li Rojhilata Navîn bi azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêkan e

Siyasetmedar Îsam Ezûz anî ziman ku pêkanîna îstiqrarê li herêma Rojhilata Navîn girêdayî pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan e.

​​​​​​​Îsam Ezûz: Îstiqrara li Rojhilata Navîn bi azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêkan e
8 sibat, 2023   03:32
HELEB- NESRÎN ŞÊXO

Dewleta Tirk tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, girantir dike û her sê mehan carekê "cezayê dîsîplînê" lê dibire. Ji derdora 23 mehan ve agahî ji rêber Ocalan nayê wergirtin. Li hemberî vê yekê di serî de CPT, aliyên têkildar erka xwe bi cih naynin.

Siyasetmedarê sûrî yê serbixwe Îsam Ezûz anî ziman ku rêber Ocalan şoreşgerekî ji bo gelê xwe û tevahî gelên herêmê ye.

Ezûz bal kişand ser dewletên ku beşdarî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan bûne û bi bîr xist ku di serî de Îsraîl, tevahî dewletên mêtinger ên rojavayî beşdarî komployê bûn û got armanca van dewletan ew bû ku şoreşê li bakurê Sûriyeyê û başûrê Tirkiyeyê têk bibin.

Îsam Ezûz li ser sedema komploya li dijî rêber Ocalan jî got: "Abdullah Ocalan ne tenê li ser asta şoreşa çekdarî kesayeteke girîng e, lê di heman demê de mamoste û rêberekî fikrî ye ku felsefeya neteweya demokratîk û yekitiya gelên herêmê ya ji bo rizgariyê da mirovahiyê. Ji ber vê yekê dewletan komplo li dijî wî pêk anî. Wekî ku Rêbertî di girtîgehê de nivîsandiye, ez dibêjim. Komploger sê dewletên sereke ne. Dewletên din ên şaxî yên bi saziyên îstîxbaratan re beşdarî komployê bûn. Dewleta yekemîn a komploger Tirkiye, bi taybet Gladyoya Tirkiyeyê ye ku basekekî NATO’yê yê di hundirê rejîma Tirkiyeyê de ye. Dewleta duyemîn Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye. Karê şoreşgerî li xweşiya DYAʹyê nehat. Planeke mezin a DYA’yê ya destekdayîna Tirkiyeyê hebû. Ev plan ji bo ku Tirkiyeyê benda xwezayî li hemeberî zêdegaviyên Rûsyayê ya heyî û Yekitiya Sovyetê ya beriya dewleta Rûsyayê, her wiha wekî benda xwezayî li hemberî zêdegaviyên Împaratoriya Rûsyayê ya beriya Yekitiya Sovyetê bimîne. Ji ber ku li cem Sovyet anku Rûsan jî dewleta neteweyî ya Rûsyayê stratejiya xwegihandina ava germ heye û bi vê yekê dê bibe hêzeke xurt li Rojhilata Navîn. Ev yek jî li xweşiya emperyalîzma Amerîkayê û rojava naçe."

Siyasetmedar Îsam Ezûz bi domdarî got: "Wekî ku rêber Ocalan di pirtûkên xwe de dibêje, DYAʹyê di salên 1990ʹî de bi şerekî cîhanê yê sêyemîn difikirî ku pêşniya rûdana şerekî wiha dikir. Piştre alozî li Rojhilata Navîn afirand û navê kaosa afirîner lê kir ku mîna şerê cîhanê yê sêyemîn li herêmê ye."

ʹDEWLETÊN EMPERYALÎST JI SERKETINA RAMANA RÊBER ZIRARÊ DIBÎNİNʹ

Ezûz destnîşan kir ku projeya rêber Ocalan ne li gorî planên emperyalîstan e û got: "Projeya neteweya demokratîk a ku rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, projeyên Amerîkayê asteng dike. Wekî ku Rêbertî dibêje dewleta sêyemîn jî Îsraîl e. Îsraîl zirar ji serkeftin û belavbûna fikr û şoreşa Rêbertî dît. Ji ber ku serkeftina fikrên Rêbertî hebûn û serkeftina planên Îsraîlê yên li bakurê Iraqê asteng dike."

Ezûz rêber Ocalan wek afirînerê aştiyê bi nav kir û got: "Serkeftina Ocalan û şoreşa wî ya li hemberî rejîma Tirkiyeyê tê wateya astengkirina hemû peymanên ewlehiyê yên veşartî yên di navbera Îsraîl û Tirkan de. Careke din ez dibêjim, ronakbîr Ocalan teoriya neteweya demokratîk û yekitiya gelan da herêmê û cîhanê. Ev proje tê wateya ku herêm wê dûrî şerê etnîkî, olî û taîfî be. Ev jî li xweşiya îsraîliyên ku dixwazin stratejiya Îsraîlê ya mezin pêk bînin û tevahî herêmê bistînin, nayê.”

Îsam Ezûz tecrubeya rêber Abdullah Ocalan şiband tecrubeya Anton Seadeh û got: "Ez wekî sûriyekî neteweyî civakî me, ev şibandin û nêzîkbûna mezin a di navbera tecrubeya rêber Ocalan û tecrubeya lîderê neteweyî yê sûrî yê civakî Anton Seadeh gelekî bala min kişand. Anton Seadeh şoreşek li hemberî rejîma taîfî ya Lubnanê ragihand. Navenda şoreşa li Sûriyeyê bû. Ocalan jî şoreşek li hemberî rejîma nîjadperast a Tirk ragihand. Anton Seadeh ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve radestî Lubnanê hat kirin û di nava 24 saetan de bi darizandineke şeklî li Sûriyeyê hat darvekirin. Ocalan jî hat dûrxistin da ku radestî hikumeta Tirk were kirin. Lê ji bo mirovahiyê şansek bû ku rêber Ocalan nehat darvekirin, lê di girtîgehê de teoriya neteweya demokratîk derxist û fikrên wî yên rizgariyê ji bo tevahî gelên herêmê ye."

ʹREVANDINA RÊBERTÎ SÛCEK Eʹ

Îsam Ezûz anî ziman ku revandina rêber Abdullah Ocalan bi serê xwe sûcek e û wiha dom da axaftina xwe: "Divê em bala cîhanê û civata navneteweyî bînin ser vê yekê ku dîlgirtina mamoste Ocalan sûcek li dijî hemû ronakbîr û rewşenbîran destpêkê li cîhana sêyemîn û paşê li rojhilat e."

Ezûz got, bêyî serbestberdana rêber Ocalan aştî pêk nayê û got: "Divê civata navneteweyî bi rêxistinên xwe yên mirovî ji bo azadkirina vî rêberî û vegerandina wî li nav gelê wî bixebitin, da ku sekêşiya pêvajoya aştiyê bike. Divê istiqrar li herêma Rojhilata Navîn pêk were. Dixwazim bêjim ku rêber Ocalan di heman sala ku agirbest û însiyatîfa aştiyê ragihand de dîl hat girtin. Piştî çend mehan ji ragihandina însiyatîfa aştiyê dîl hat girtin. Rêber Ocalan mirovê aştiyê ye. Tecrûbeya Ocalan îsbat kir ku dewletên rojavayî yên emperyalîst aştiyê fêm nakin. Ji Rêber Ocalan re azadî û ji tevahî gelên herêmê re serkeftin."

(bb)

ANHA