Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyand ku ji endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Reqayê Mihemed Ebdulwasil ji ber nexweşiyê şehîd bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir
7 sibat, 2023   20:00
NAVENDA NÛÇEAN

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Reqayê Mihemed Ebdulwasil 4ʹê Sibatê ji ber nexweşiyekê şehîd bû.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya endamê şehîd bûye wiha ye:

Nav û paşnav: Mihemed Ebddulwasil

Navê Bav: Ibrahîm

Navê Dayikê: Fatime

Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Reqa 2017

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa 4-2-2023

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji malbeta şehîd Mihemed re dixwazin û bejna xwe li ber giyanê şehîdên xwe yên bi rûmet ên ku xwe feda kirine da ku gelê me di nav azadî û aramiyê de bijî, ditewînin."

(bb)

ANHA