​​​​​​​Komîteya Şilêr sersaxî ji malbatên qurbaniyên erdhejê re xwest

Komîteya Şilêr a Parastina Zarokan sersaxî ji malbatên qurbaniyên erdhejê re xwest û got: "Îro roja mirovahiyê ye.ʹʹ

​​​​​​​Komîteya Şilêr sersaxî ji malbatên qurbaniyên erdhejê re xwest
7 sibat, 2023   20:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Şilêr a Parastina Zarokan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê sersaxî da malbatên qurbaniyên erdhejê yên Bakur û Rojavayê Kurdistanê  û ji birîndaran re şîfa xêrê xwest.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Êşa we êşa me hemûyan e. Bi rihekê hevgirtî em ê vê êşa xwe bi hev re bipêçin. Bi yek destî em deriyê xwe û dilê xwe ji gelê xwe re vekirin. Îro roja mirovahiyê ye."

(bb)

ANHA