​​​​​​​Şêniyan soz da ku heta pêkanîna azadiya Rêber Ocalan dê li qadan bin

Şêniyên Kobanê destnîşan kirin ku heta bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dê li qadan bin.

​​​​​​​Şêniyan soz da ku heta pêkanîna azadiya Rêber Ocalan dê li qadan bin
2 sibat, 2023   23:41
KOBANÊ

Di salvegera 24'emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de, hemwextî girankirina tecrîda li ser wî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û qedexekirina hevdîtinên parêzer û malbata wî pê re, şêniyên bajarê Kobanê ji ajansa me re axivîn.

Welatiyê bi navê Mehmûd Bozo tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar kir û banga bidawîkirina wê kir, her wiha diyar kir ku armanc jê dûrxistina Rêber Ocalan ji gel e.

Bozo wiha axivî: "Fikrê Rêber Ocalan ji me re rêya azadiyê danî, ji ber wê jî em ji bajarê berxwedanê Kobanê soz didin ku dê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî li qadan bin.”

Bozo bang li pêkhateyên cografiya Kurdistanê kir ku dakevin qadan û asta têkoşîna xwe bilind bikin û zextê li pergalên zordest bikin, da ku rewşa Rêber Ocalan a tenduristî eşkere bibe û tecrîd ji ser bi dawî bibe.

"EM Ê DENGÊ XWE BIKIN YEK Û AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER OCALAN MISOGER BIKIN"

Her wiha, welatiya bi navê Dunya Mihemed jî wiha axivî: "Rêber Abdullah Ocalan ne tenê rêberê gelê Kurd e, ew rêberê hemû pêkhateyên herêmê ye, ji ber wê jî divê hemû pêkhate ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî, dengê xwe li hember dewleta Tirk a dagirker bikin yek."

Welatiya bi navê Semîra Mihemed got: "Her jineke azad di roja me ya îro de bi saya fikrê Rêber Ocalan azad bûye. Wî bi fikrê xwe hişmendiya baviksalarî ya ku jin bindest kiribû ji holê rakir, ji ber wê jî divê hemû jin dakevin qadan û banga bidawîkirina tecrîdê li ser Rêber Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî bikin."

Semîra wiha domand: "Em tecrîdê qebûl nakin, ew hewl didin bi rêya wê jinên ku rêya Rêber Ocalan dişopînin bindest bikin û bixin bin qeydan. Lê em dê dengê xwe bikin yek û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan misoger bikin, wek çawa ku wî em ji tarîtiyê rizgar kirin."

(mh)

ANHA