​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3-2-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3-2-2023
2 sibat, 2023   23:00

Şêniyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê endamê Hêzên Parastina Civakî Sabrî Şêxo li goristana şehîd Dilşêr a gundê Dugrê oxir dikin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Hîlala Zêrîn semînreke têkildarî komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo dide saet di 11:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Kobanê destnîşan kirin ku heta bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dê li qadan bin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di hilweşîna avahiya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê de 2 welatî birîndar bûbûn. Piştî dermankirinê her du birîndar hatin derxistin. Heyva Sor a Kurd lêçûna tedawiya birîndaran girtiye ser xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Beşdarên perwerdeya ku ji aliyê Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê ya Helebê li taxa Şêxmeqsûd hatiye vekirin, kêfxweşiya xwe bi perwerdeyê û rola wê di pêşxistina kesayetên wan û nasandina rola jinan de di civakê de anîn ziman. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

Li gundê Navkurê yê Qamişloyê pirsgirêkên kanalîzasyonê hene. Şaredariya Gel a Qamişloyê diyar kir ku çareserkirina vê pirsgirêkê yek ji planên wan ên îsal e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

Lihevkirina petrolê ku hikumeta Wehda Wataniye ya Lîbyayê bi Îtalyayê re îmze kiriye, tevliheviyeke mezin çêkir. Çavdêran ev yek wek firotina berhemên binerd ên Lîbyayê li beramber mayîna serokê hikumeta demborî li ser desthilatê heta hilbijartinên bê, bi nav kir. (BI WÊNE)

ANHA