​​​​​​​Beşdarên perwerdeya Jineolojiyê kêfxweşiya xwe anîn ziman

Beşdarên perwerdeya ku ji aliyê Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê ya Helebê li taxa Şêxmeqsûd hatiye vekirin, kêfxweşiya xwe bi perwerdeyê û rola wê di pêşxistina kesayetên wan û nasandina rola jinan de di civakê de anîn ziman.

​​​​​​​Beşdarên perwerdeya Jineolojiyê kêfxweşiya xwe anîn ziman
3 sibat, 2023   01:54
HELEB

Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê ji bo pêşxistina aliyê fikrî ya jinan bi rêya perwerdeyên girtî û yên vekirî dixebite, ku tê de bingehên hevjiyana azad û cewhera rastîn a jinan û rola wan di birêvebirina civakî de pênase dike.

Li ser vê esasê, Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê ya Helebê ji bo jinên taxa Şêxmeqsûd perwerdeyek li dar xist, tê de 11 jin beşdar bûn û 9 rojan dom kir, ji 25'ê Çileya borî heta 2'ê Sibatê.

Perwerde li ser navê aktîvîsta şehîd Nagihan Akarsel a ku di 4'ê Cotmeha 2022'yan de li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hate hedefgirtin, hat binavkirin.

Di perwerdeyê de zanista jineolojiyê, bingehên hevjiyana azad, jin û malbat ji aliyê endamên navendê ve tên dayîn.

Perwerde rojane 3-4 saetan didome û li navenda Yekitiya Jinên Ciwan a li rojhilatê taxê li dar dikeve.

Bi beşdaran re der barê xwezaya jinan, rola wan di avakirina civakeke durist de û bandorên pergalên xwedî hişmendiya baviksalarî tên nîqaşkirin, di dawiyê de jî sînevîzyonek li ser xweparastina jinan di hemû qadên jiyanê de tê pêşandan.

Fatme Silêman ku yek ji beşdaran perwerdeyê ye destnîşan kir ku perwerde ji bo wê tiştekî pir binirx e û got: "Em heroj tiştekî nû fêr dibin."

Fatme wiha domand: "Em di rûbereke teng de mabûn ku me derdora xwe jî nas nedikir. Lê piştî perwerdeyê me rastiya  xwe ya fikrî, şoreşgerî û çandî û rola xwe di civakê de nas kirin."

Di dawiya axaftina xwe de Fatme got: "Em hêvîdar in ku jinên ciwan xwe zêdetir bi rêxistin bikin û xwe nas bikin. Her wiha perwerdeyên di dema pêş de berfirehtir û dirêjtir bin, ji ber ku ew ji bo jinên ciwan tiştekî pir girîng e."

Jina ciwan Asya Mûsa got: "Perwerde fikrê me rizgar dike û kesayeta me bi pêş dixe."

Asya wiha lê zêde kir: "Tevî ku dema perwerdeyê kurt bû; lê dîsa jî me gelek tişt nas kirin. Di perwerdeyê de min xwe û erkên xwe yên ji bo pêşxistina kesayeta xwe û rola xwe di civakê de nas kirin."

(mh)

ANHA