Rojnameyên erebî: Tedbîrên bêhêvî hewldanên Şamê tevlihev dikin

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa rewşa aboriyê ya li herêmên hikumeta Şamê, têkiliyên normalîzekirinê di navbera Sûdan û Îsraîlê de û metirsiyên Rûsyayê ji şandina tankên Almanyayê ji Kîevê re, kir.

Rojnameyên erebî: Tedbîrên bêhêvî hewldanên Şamê tevlihev dikin
3 sibat, 2023   08:24
NAVENDA NÛÇEYAN

'SÛRIYE PIŞTÎ SALAN HEWL DIDE BI TEDBÎRAN ABORIYÊ GEŞ BIKE'

Rojnameya El Ereb li ser rewşa Sûriyê wiha nivîsand: "Hikumeta Sûriyê hewl dide bi rêya gelek tedbîrên di vê dawiyê de girtine, aboriya hilweşiyayî rizgar bike. Pispor jî li ser vê yekê dibêjin ev yek ji ber rewşa hundirîn a aloz, tu berhemê bi xwe re naynin.

Beriya 10 rojan di civîna taybet a komîteya aboriyê ya bi serkêşiya serok Beşar Esed de, armanca geşkirina sektorên berhemdanê hate rojevê.

Pisporan da zanîn ku armanca bingehîn ji tedbîrên nû ew e ku buhayên xurdemenî û enerjiyê werin sînodarkirin, hinarde û hawirde werin hêsankirin û tedbîrên darayî werin sivikkirin.

Wezîrê aborî û bazirganiya hundirîn Mihemed El Xelîl bandora rewşa navneteweyî ya li ser aboriya Sûriyeyê sivik nekir.

Ajansa nûçeyan a Sûriyeyê ya fermî li ser zimanê El Xelîl got biryarên nû ji bo çalakkiriya jiyana aborî, destekdayîna sektora endustriyê û dayîna nermbûnekê ji bo fînansekirina dahatên hin saktorên hilberandinê ye."

'SÛDAN Û ÎSRAÎLÊ LI SER RÊYA NORMALÎZEKIRINÊ HEVKAR IN'

Rojnameya Şerq El Ewset li ser rewşa Sûdanê ev tişt nivîsî: "Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Eli Cohen piştî ji serdana xwe ya ji nişka ve li Xertûmê vegeriya, duh ragihand ku bi serokê Meclisa Serweriyê Ebdulfetah El Burhan re li ser temamkirina lihevkirina têkiliyên normalîzekirina fermî di navbera Îsraîl û Sûdanê de li hev kir. Wezareta Karên Derve ya Sûdanê jî da zanîn ku ev serdana ku çend saetan pêk hatiye, li ser pêkanîna têkiliyên normalîzekirinê di navbera her du welatan de bû.

Cohen serdana ji Sûdanê re wek serdana 'dîrokî' wesif kir. Cohen bi El Burhan û gelek berpirsên siyasî û ewlehî re civiya da ku li ser têkiliyên normalîzekirinê îsal îmze bikin. Ew yek bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pêk hat û dê piştî desthilata li Sûdanê ji leşkerî bibe sivîl pêk were."

'PÛTÎN AMADEKARIYA 'SERKEFTINA LI DIJÎ NAZIYÊ DIKE'

Li ser rewşa Ukraynayê rojnameya El Qudis El Erebî wiha nivîsand: "Duh, serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn da zanîn ku careke din welatê wî li ber gefên 'tankên Almanyayê' ye. Bi wê yekê Pûtîn îşaretê pê dike ku tankên 'Leopard-2' ku Almanyayê soz dabû Kîevê ku li dijî Rûsyayê bi kar bîne. Lê Kremlînê ew yek bi şerê li dijî Hitler wesif kir.

Di şahiya salvegera 80'emîn a serkeftina Yekitiya Sovyetê ya li dijî artêşa Almanyayê li Sta

Slingrad de, Pûtîn got ev tiştekî nayê bawerkirin, lê rastiyek e. Welat careke din li ber gefên tankên Almanyayê ye û Rûsya dikare bersiva dewletên gefan li wan dixwin, bide."

(fr)