​​​​​​​Hemleya komkirina îmzeyan li Minbicê didome

Hemleya komkirina îmzeyan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî li Minbicê, bi beşdariya şêniyan didome.

​​​​​​​Hemleya komkirina îmzeyan li Minbicê didome
​​​​​​​Hemleya komkirina îmzeyan li Minbicê didome
​​​​​​​Hemleya komkirina îmzeyan li Minbicê didome
​​​​​​​Hemleya komkirina îmzeyan li Minbicê didome
​​​​​​​Hemleya komkirina îmzeyan li Minbicê didome
​​​​​​​Hemleya komkirina îmzeyan li Minbicê didome
​​​​​​​Hemleya komkirina îmzeyan li Minbicê didome
​​​​​​​Hemleya komkirina îmzeyan li Minbicê didome
​​​​​​​Hemleya komkirina îmzeyan li Minbicê didome
2 sibat, 2023   16:53
MINBIC

Hemleya komkirina îmzeyan ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û eşkerekirina rewşa wî ya tenduristî di roja xwe ya 3'yemîn de li Minbic û gundewarê wê bi rêveberiya komîn, xet û meclisan didome.

Der barê vê mijarê de, welatiya bi navê Emîne Osman got: "Em îro ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan beşdarî vê hemleyê dibin. Rêber Ocalan ji bo mafên jinan tê koşiya û azadiya wan di civakê de jê re vegerand, ji ber wê jî divê em banga azadiya wî ya fîzîkî bikin."

Emîne wiha domand: "Em ê têkoşîna xwe bi îradeyeke mezin heta rakirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan, bidomînin."

Her wiha, welatiyê bi navê Mihemed El Raşid got: "Bi saya fikrê Rêber Ocalan gelên herêmê ji hişmendiya zordestiyê rizgar bûn. Ji ber wê jî erkê me ye ku em beşdarî hemleya komkirina îmzeyan bibin, da ku em dengê xwe bigihînin tevahiya cîhanê ku azadiya Rêber Ocalan azadiya hemû gelên herêmê ye."

Tê payîn ku hemle di 15'ê Sibatê de bi dawî bibe.

(mh)

ANHA