​​​​​​​Şehîd Viyan Soran li navçeya Holê hat bibîranîn

Di salvegera 17'emîn a şehadeta şehîd Viyan Soran de, Kongra Star a navçeya Holê ya kantona Hesekê semînerek da.

​​​​​​​Şehîd Viyan Soran li navçeya Holê hat bibîranîn
2 sibat, 2023   17:32
HESEKÊ

2’yê Sibatê salvegera 17’emîn a şehadeta fermandara Yekîneyên Jinên Azad- Star (YJA-STAR) Viyan Soran e, ku wê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir.

Ji bo bîranîna wê, semînerek li ser jiyana şehîd Leyla Walî Hisên (Viyan Soran) hat dayîn, tê de şêniyên navçeyê û endamîn saziyên civaka sivîl û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) beşdar bûn.

Di serî de endama rêveberiyê ya Kongra Star Hîbetullah Ehmed der barê jiyana şehîd Viyan Soran de wiha axivî: "Şehîd Viyan Soran di 1997'an de Tevgera Azadiyê nas kir û fêm kir ku mafên jinan di civaka eşîriyê de peyda nabin, ji ber wê jî ew tev li Tevgera Azadiyê bû û li wir fikrê Rêber Abdullah Ocalan ew ji tarîtiya wê, ber bi ronahiyê ve derxist."

Ehmed wiha domand: "Wê hertim xwe wek berpirsa tevlêbûna ciwanan didît û hertim bi wan re têkildar bû û fikrê Rêber Ocalan bi wan dida naskirin."

Ehmed îşaret bi têkoşîna şehîd Viyan Soran a li dijî dijminên azadiyê bi armanca bidestxistina azadiya gelan û ya jinan da.

Der barê şehadeta şehîd Viyan Soran de, Hîbetullah Ehmed got: "Heval Viyan li hember komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan serî hilda û di 2006'an de bedena xwe da ber agir."

(mh)

ANHA