Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Cizîrê konferansa xwe ya 3ʹyemîn li dar xist

3’emîn Konferansa Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Cizîrê bi dirûşma “Bi ruhê ciwantiya Viyan û Nûjiyanan, em ê şerê azadiyê bi ser bixînin” hat lidarxistin.

Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Cizîrê konferansa xwe ya 3ʹyemîn li dar xist
2 sibat, 2023   15:48
QAMIŞLO

Bi dirûşma “Bi ruhê ciwantiya Viyan û Nûjiyanan, em ê şerê azadiyê bi ser bixînin” 3’emîn Konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Cizîrê li Navnda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

500 delege, endamên Kongra Star, HPC-Jin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, YPJ, Desteya Hundirîn a Hrêma Cizîrê, Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, PYD û Meclisa Malbatên Şehîdan beşdarî konferansê bûn.

Hola konferansê bi dirûşmên "Ciwan fedaî Apo neʹʹ, ʹʹBi hêza jina ciwan û li ser xeta Bêrîtanan em ê serkeftinê mîsoger bikin", "Bi ruhê Zap, Avaşîn û Metîna, em ê tecrîdê bişkînin Kurdistana azad mîsoger bikin”, "Bi rihê şehîd Silava em ê tecrîdê bişkînin û "Bi jineolojî ber bi jiyaneke azad ve" hatibû xemilandin.

Berdevka Kongra Star Remziye Mihemed axaftina destpêkê ya konferansê kir. Remziye Mihemed anî ziman ku jinên ciwan bi pêşengtî û têkoşîna xwe dibin îlhama serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li çar aliyê cîhanê berbelav bûye. Her wiha bal kişand li ser têkoşîna jinên ciwan a li dijî êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk ên li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Remziye Mihemed axaftina xwe wiha domand: “Em niha pêvajoyek giran re derbas dibin, rast e me gelek serkeftin bi dest xist, lê dewleta Tirk îro êrişî destkeftiyên me dike û bi rengekî cuda berê xwe da me. Niha jî siyasetek taybet hewl dide hundirê civakê hildiweşîne û ruhê ciwanan vala dike. Erka jinên ciwan ew e ku vê siyasetê vala derbixînin û komplo vala derbixînin. Îro qirkirinek siyasî û leşkerî li hember jin, ciwan û civakê didin meşandin. Di şexsê gelê Kurd de bi salane ku em çend meh şûnde derbasî sedsaliya Lozanê dibin, dixwazin planek din li ser me bimeşînin. Divê em têkoşîna xwe xurt bikin. Bi tevlîbûna bi sedan jin ku îro beşdarî konferansa jinên ciwan bûne, rengê vê yekê dide diyar kirin ku ew ji her dem û pêvajoyê re amadene. Divê em asta xebat û şoreşa xwe bilind bikin. Divê em herêmên xwe ji destê dewleta tirk rizgar bikin û şoreşa xwe ji her tiştî biparêzin.”

Piştî axaftina berdevka Kongra Star nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên der barê ciwanan, girîngiya rêxistinbûyîna li gorî rêgezên şerê gel ê şoreşger de hatin xwendin.

Di konfransê de rapora rewşa siyasî, rewşa jinên ciwan ên Rojava û Kurdistanê bi giştî û  xebatên yekitiyê yên du salan û pêşniyar hate xwendin. Her wiha sinevîzyonek li ser kar û çalakiyên yekitiyê hate pêşandan.

Piştre der barê rewşa rêxistinî ya jinên ciwan  de nîqaş çêbûn. Di nîqaşên ku derketin pêş, girîngiya pêşxistina pergala Yekitiya Jinên Ciwan a li hemberî êrişan hat destnîşankirin. Hate gotin, divê li dijî tecrîdê û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan çalakî werin berfirehkirin. Het wiha hate xwestin ku divê rola jinên ciwan di komînan de were xurtkirin.

Konfrans bi van birayran bi dawî bû: Ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan û ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dê çalakî werin berfirehkirin. Jinên ciwan dê li hemû qadan (Dibistan, komîn, zanîngeh, sazî) de li gorî fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan werin birêxistinkirin. Bi rêya semîner, civîn û sinvevîzyon, belavkirina belavokan û vekirina dewreyên perwerdeyê pradîgmeya rêber Abdullah Ocalan were nasandin.

Bi rêya fêrbûna bikaranîna çekan, avakirina komîteyên parastina cewherî li gund û bajaran, li ser esasê şerê gel ê şoreşgerî tevgerkirin. Divê li hemberî sûcên qetikirina jinên ciwan bêdengî nebe û sûdar ji aliyê jinên ciwan ve werin muhasebekirin. Piştgiriya berxwedana gerîla ya li hemberî êrişên li ser Kurdistanê werin dayîn. Li hemberî hemû cûreyên dagirkirî, şerê taybet, zewica di temenê biçûk de têkoşîn were kirin. Divê çanda hevjiyana azad di civakê de were belavkirin. Jineolojî bi rêya dayîna semîneran li zanîngehan were xurtkirin. Komîteya ragihandinê ya jinên ciwan were aktîfkirin, xebatên werzîş, çand û hunerê werin berfirehkirin,

Di dawiyê de meclisa Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Cizîrê ku ji 13 endaman pêk tê hat hilbijartin.

(bb)

ANHA