​​​​​​​Şêniyên Reqayê tev li kampanyaya îmzeyan bûn

Kampanyaya îmzeyan li Reqayê û gundewarên wê dewam dike. Hevserokê Meclisa Giştî ya Reqayê Lûey El Îsa destnîşan kir ku tevlêbûna şêniyan di kampanyayê de xurt e.

​​​​​​​Şêniyên Reqayê tev li kampanyaya îmzeyan bûn
​​​​​​​Şêniyên Reqayê tev li kampanyaya îmzeyan bûn
​​​​​​​Şêniyên Reqayê tev li kampanyaya îmzeyan bûn
​​​​​​​Şêniyên Reqayê tev li kampanyaya îmzeyan bûn
​​​​​​​Şêniyên Reqayê tev li kampanyaya îmzeyan bûn
​​​​​​​Şêniyên Reqayê tev li kampanyaya îmzeyan bûn
1 sibat, 2023   12:51
REQA

Meclisa Gel, komînên tax û gundên Reqayê û gundewarên wê tev li kampanyaya komkirina îmzeyan ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bûn ku Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi koordîneya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê di 22`yê Çileyê de ragihandiye.

Der barê kampanyayê de hevserokê Meclisa Giştî ya Reqayê Lûey El Îsa got: “Di vî warî de me lîste li hemû meclisên gel ên Reqayê belav kirin. Her meclisek, komîteyek ava kir da ku îmzeyan bi rêya komînan di nava tax û bajarokan de kom bikin.”

El Îsa wiha domand: “Rojane, komîte û komînên ku îmze kom kirine, lîsteyan radestî me dikin. Piştî jimartinê em dê wan ji Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê re bişînin. Hin meclisên gel karê xwe bi dawî kir.”

Kampanya dê heta 15`ê Sibatê dewam bike.

(şx)

ANHA