Dewleta Îranê ji destpêka salê ve 50 kes darve kirin

Dewleta Îranê ji destpêka salê ve zêdetirî 50 kes darve kirine ku 9 jê Kurd in.

Dewleta Îranê ji destpêka salê ve 50 kes darve kirin
1 sibat, 2023   12:25
NAVENDA NUÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê da zanîn ku dewleta Îranê di kêmtirî mehekê de 50 kes darve kirine ku 9 jê welatiyên Kurd in.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de da zanîn: “Ji destpêka salê ve zêdetirî 50 kes û ji aliyê desthilata Îranê ve hatine darvekirin.”

Li gorî rapora salane ya HRANA’yê dewleta Îranê sala borî 565 kes darve kirin ku de 11 jê jin bûn û 5 jî zarok bûn. 

(şx)

ANHA