​​​​​​​Ji bo qurbaniyên avahiya hilweşiyayî ya li Şêxmeqsûdê alîkarî tê berhevkirin

Şêniyên navçeya Eyn Îsayê ji malbatên qurbaniyên avahiya hilweşiyayî ya taxa Şêxmeqsûdê alîkarî berhev kir.

​​​​​​​Ji bo qurbaniyên avahiya hilweşiyayî ya li Şêxmeqsûdê alîkarî tê berhevkirin
1 sibat, 2023   13:08
EYN ÎSA

Ji bo piştgiriya malbat û xizmên qurbaniyên avahiya hilweşiyayî ya Şêxmeqsûdê, şêniyên navçeya Eyn Îsayê û rûspiyên herêmê însiyatîfek ji bo komkirina pereyan û alîkariyan li navçeyê û gundewarên kantona Girê Spî, da destpêkirin.

Li kolana Marûf a taxa Şêxmeqsûd a Helebê 22`yê Çileyê avahiyeke 5 qatî ku tê de 7 malbatên Kurd û Ereb dijiyan, hilweşiya û di encamê de 16 kesan jiyana xwe ji dest da ku 6 jê zarok bûn.

Xelkê Eyn Îsayê ji bo piştgiriyê bidin xizmên qurbaniyên avahiya hilweşiyayî û li gel rewşên jiyanî yên dijwar ku di encama doprêça hikumeta Şamê de girantir bûne, însiyatîfek ji bo komkirina alîkariyan ragihand.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piraniya niştecihên taxa Şêxmeqsûdê koçberên kantona Efrînê ne ku piştî dagirkirina kantonê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve sala 2018`an ji warên xwe koçber bûn.

Tê payîn ku ev însiyatîf 7 rojan dewam bike.

(şx)

ANHA