Li benda kesî neman û pirsgirêkên xwe bi xwe çareser kirin

Şêniyên gundê Kersanê yê rojhilatê Minbicê bi armanca sivikkirina barê şêniyên gund û pêşkêşkirina alîkariya madî ji wan re sindoqeke alîkariya civakî ava kir ku ev proje bi awayekî serkeftî bi rêve diçe.

Li benda kesî neman û pirsgirêkên xwe bi xwe çareser kirin
1 sibat, 2023   03:36
MINBIC – ŞÊRÎN SERXAN

Bi armanca vegerandina hêza civakê ya ku pergalên dewletperest û navendî jê stendibû, şêniyên gundê Kersanê çareseriyek ji pirsgirêkên xwe yên aborî re, bê ku xwe bispêrin tu kesî, peyda kir.

Di çarçoveya kirîzên aborî yên li Sûriyê, şêniyên gund di nav hev de li hev kir ku sindoqek ji bo komkirin û pêşkêşkirina alîkariyan li malbatên hewcedar ava bikin.

Di serî de şêniyan ev mijar li ser internetê pêşniyar kir û şêniyên gund ên li derveyî Sûriyê jî destekek mezin da wan, piştre ciwan pere ji derve şandin û kirin sindoqê da ku paşê li malbatên hewcedar bên belavkirin.

Piştî demekê ji komkirin û belavkirina alîkariyan, şêniyên gund ên ku rewşa wan a aborî baş e, bi xwe pere kirin sindoqê.

/kr/uploads/files/2023/01/31/182232_-1.webp

Ehmed El Mihemed ku yek ji rêveberên sindoqê ye got: "Bi hevkariya komîn û rûspiyên gund û şêniyên wê yên li derve, me dest bi pêşkêşkirina alîkariyê ji hemû hewcedarên li gund re, kir. Di warê nasandina rewşên malbatan de komîn roleke girîng lîstin."

El Mihemed wiha domand: "Piştî demekê, hejmara piştgirên projeyê zêde bû û ew proje êdî mezintir bû, ku alîkarî ji derveyî gund jî ji me re hatin. Ev yek jî moralek xurt da me, piştre me xwarin li malbatên hewcedar belav kir. Cara yekemîn 12 pakêtên xwarinê bûn, di serî de me hejmara malbatên hewcedar û agahiyên wan bi dest xistin. Piştre li gor hejmara endamên malbatan me pakêt belav kirin, her wiha em pereyên ku dikevin sindoqê û lêçûna wê jî bi zelalî diyar dikin."

El Mihemed destnîşan kir ku proje hem li hundir û hem li derveyî gund bi ser ket, gelek kesên ji derveyî gund bi me re têkilî kirin da ku ew jî vê projeyê li gundên xwe pêk bînin, her wiha şênî jî gelek destekê didin vê projeyê."

El Mihemed di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyên herêmê kir ku vê projeyê li gundên xwe pêk bînin da ku bi malbatên hewcedar re bibin piştgir û alîkar.

(mh/şx)

ANHA