Li Tebqayê daxuyaniya pîrozkirina salvegera serkeftina Kobanê

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê bi minasebeta salvegera 8`an a rizgarkirina Kobanê daxuyaniyek da û diyar kir ku gelê herêmê dê li hember dewleta Tirk a dagirker bisekine û rê nede ku DAIŞ’ê li herêmê zindî bike.

Li Tebqayê daxuyaniya pîrozkirina salvegera serkeftina Kobanê
26 ÇILE, 2023   11:06
TEBQA

Endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, rûspî û şêxên eşîran, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Tebqayê li pêşiya avahiya rêveberiyê kom bûn.

Hevserokê meclisa rêveberiyê Mezlûm Omer daxuyaniyek xwend. Omer diyar kir ku serkeftina Kobanê, destpêka tunekirina DAIŞ`ê bû û got: “Dewleta Tirk a dagirker ku yekser destek da DAIŞ`ê, xwest Kobanê were dagirkirin da ku DAIŞ li ser xeta sînor serwer be û projeya Rêveberiya Xweser li Kobanê têk bibe.”

Omer bal kişand ser girîngiya berxwedana Kobanê ji bo rizgarkirina herêmên din ên Minbic, Tebqa, Reqa û heta Baxozê, her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk sponsera sereke ya terorê ye û wiha dom kir: “Îro di salevgera 8`an a rizgarkirina Kobanê de, dewleta Tirk a dagirker gefên dagirkirina Kobanê û vejandina DAIŞ`ê dixwe.”

Omer diyar kir ku dewleta Tirk çi qas hewl bide derbeyê li projeya Rêveberiya Xweser bixe û çeteyan ji bo wê yekê bi kar bîne, dê rastî berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk û gelê herêmê were û dê têk biçe.

(cx)

ANHA