​​​​​​​Şêniyan sersaxî da malbata welatiyê di êrişa dewleta Tirk de şehîd bûye

Bi sedan şêniyên Dêrikê sersaxî da malbata Ebdurehman Hesam ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser rêya Qamişlo-Dêrikê de şehîd bûbû.

​​​​​​​Şêniyan sersaxî da malbata welatiyê di êrişa dewleta Tirk de şehîd bûye
26 ÇILE, 2023   11:25
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê, Dêrik, Çilaxa û Til Koçerê yên girêdayî Qamişloyê berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Ebdurehman Hesam ku li gundê Kihêna Dirêj ê herêma Koçerat a Dêrikê hatibû vedan û sersaxî da malbata şehîd.

Ebdurehman Hesam 18`ê Çileyê di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî erebeyekê li ser rêya Qamişlo-Dêrikê de birîndar bûbû û roja sêşemê (24`ê Çile) şehîd bû.

Di merasîma sersaxiyê de endama Kongra Star Sûad Çawîş axivî û diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û jinan bi saya şehîdan serkeftinên mezin bi dest xistin û got divê hemû pêkhate li hember dewleta Tirk a dagirker yek bin.

Hevserokê Meclisa Navçeya Dêrikê Mihemed Ebdurehîm jî destnîşan kir ku tevgera azadiyê bi şehadetê dest pê kir, dê bi şehadetê bi ser bikeve û got: “Ji lew re divê em li ser rêya şehîdan bin, da ku em serkeftinê pêk bînin û hemû planên navneteweyî û yên Tirkiyeyê yên li dijî destkeftiyên gelên herêmê têk bibin.”

Merasîma sersaxiyê bi dirûşman bi dawî bû.

(cx)

ANHA