Rojnameyên erebî: Rûsya li Sûriyeyê peyaman dide Washington û Enqereyê

Rojnameyên erebî yên îro behsa tevgerên Rûsyayê yên li Sûriyeyê, rewşa Iraqê û şerê Ukraynayê kir.

Rojnameyên erebî: Rûsya li Sûriyeyê peyaman dide Washington û Enqereyê
26 ÇILE, 2023   07:54
NAVENDA NÛÇEYAN

‘RESTOREKIRINA BALAFIRGEHA EL CERAH; PEYAMÊN JI ENQERE Û WASHINGTONÊ RE’

Rojnameya El Ereb der bare rewşa Sûriyeyê de wiha nivîsî: “Piştî bidawîbûna xebatên restorekirinê, amadekirina birca kontrolê û belavkirina pergala parastina hewayî, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê vekirina balafirgeha El Cerah a li Helebê ragihand. Çavdêran destnîşan kir ku Rûsya bi vê gavê peyameke yekser dide Tirkiye û DYA`yê.

Wezaretê bi daxuyaniyekê got: “Bicihkirina hêzên hewayî li balafirgeha El Cerah derfeta parastina sînorên dewletê, misogerkirina ewlehiya sivîlên li herêmên bakur û bakurê rojhilatê Sûriyeyê, peyda dike.”

Şîrovekarê leşkerî Ehmed Hemade têkildarî vê yekê diyar kir ku Rûsya niyet dike ku balafirgehê veguhêze depoyên çekan.

Bi rêya balafirgehê, çavdêriya hewayî li ser bajarê Minbicê ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) lê bi cih dibin û herêmên bakur ên di bin serweriya opozîsyonê de, pêk tê.

Serokê Navenda Şopandina Lêkolînên Stratejîk Ebdullah El Eseed jî got amadekirina balafirgehê peyameke li dijî tevgerên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li bakurê Sûriyeyê ye. El Eseed destnîşan kir ku Rûsya hewl dide hebûna xwe ya leşkerî li herêma nêzî Minbicê ku di armanca êrişên muhtemel ên Tirkiyeyê yên li dijî QSD`ê de ye, mayînde bike.

Çavdêr jî dibêjin ku tevgerên hewayî yên Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê li qada hewayî ya Sûriyeyê, sedemeke sereke ye ku hişt Moskov hebûna xwe xurt bike.

Çavdêran îşaret pê kir ku vegera Washingtonê li qada Sûriyeyê û rêgirtina li pêşiya Rûsyayê ku aloziya Sûriyeyê kontrol bike, hiştiye ku Moskov tevgerên xwe li dijî Washingtonê bi rêya amadekirina balafirgehan, zêdetir bike. Çavdêr dibêjin ku armanc ji vê gavê li hember tevgerên Amerîkayê yên li herêmê sekinandin û qelskirina serweriya Washingtonê ye.”

ʹTANKÊN HÊZÊN ROJAVAYÎ ŞERÊ UKRAYNAYÊ DERBASÎ QONAXEKE NÛ DIKINʹ

Der barê rewşa Ukraynayê de rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsand: "Duh Almanyayê şandina tankên şer ên giran ‘Leopard’ bo Ukraynayê erê kir. Bi vê yekê dawî li gengeşe û dudiliyê anî. Tê texmînkirin ku bi vê yekê re şerê li Ukraynayê derbasî pêvajoyeke nû bibe.

Kîev ev pêngav wek ʹHevpeymana Mezin a Tankanʹ bi nav kir û hêvî kir ku welatên ku artêşên wan xwedî van cure çekan in, di demeke nêzîk de wan çekan bidin wan.

Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz di civîna parlamentoyê de got: “Girîng e li benda hevalbendan bin û bi hemahengî li gel wan biryarê bidin.” Her wiha da zanîn ku her gaveke yekalî dê ewlekariya Almanyayê bixe xetereyê. Scholz soz da NATOʹyê di şerê Ukraynayê de rasterast beşdar nabe.

Scholz destnîşan kir ku dewletên hevalbend wekî Brîtanya, Fransa, DYAʹyê, li ser avakirina hevalbendekê ya ji bo şandina tankên şer ên pêşketî yên rojavayî ji Ukraynayê re erê kirine.

Li gel hevalbendan û Washingotinê, serokê Amerîkayê Jeo Biden jî fermana şandina 31 tankên ‘Abrams’ da ku karînên Ukraynayê zêde bikin. Biden got “Ew tankên bigirêk in, lê em ê dest bi perwerdekirina hêzên Ukraynayê li ser van tankan bikin.”

Biden anî ziman ku tankên rojavayî yên ku Amerîka û hevalbendên wê ji bo bersivdayîna êrişa Rûsyayê bidin Ukraynayê “Ji bo Rûsyayê metirsiyeke êrişkar nîn in” û got şandina tankên Abrams ên amerîkî û Leopard ên almanî bo Ukraynayê dikeve çarçoveya “pabendbûna welatên cîhanê ya bi pêşengiya DYAʹyê da ku alîkariyê bide Ukraynayê ji bo ku serwerî û yekitiya axa xwe biparêze.”

Vê biryarê Moskov bi hêrs kir. Moskovê hişyarî da rojavayiyan ku şer derbasî asteke nû dikin. Kremlînê ev pêşketin û wekî şantajeke xurt bi nav kir û soza şewitandina tankên rojavayiyan da.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ku rasterast xwe ji mijara tankan dûr xist, behsa hebûna Amerîkayê ya li Almanyayê kir û ev yek wekî 'dagirkerî' bi nav kir."

‘ÎSTÎFAKIRINA SEROKÊ BANKA NAVENDÎ YA IRAQÊ TEVGERA KOLANÊ ARAM NEKIR’

Rojnameya El Beyan jî têkildarî rewşa Iraqê wiha nivîsî: “Îstîfakirina serokê Banka Navendî ya Iraqê Mistefa Xalib Mexîf û bicihkirina Muhsin El Elaq li şûna wî bi awayekî demkî, kolana Iraqê aram nekir. Xwepêşandanên ku piştî daketina nirxê dînarê Iraqê dest pê kirin, careke din hatin lidarxistin.

Hin siyasetmedarên iraqî daketina nirxê dînar bi tedbîrên dawîn ên Wezareta Darayî ya Amerîkayê ve girê da.

Duh jî bi sedan xwepêşandêr li nêzî Banka Navendî ya li Bexdayê kom bûn û li hember daketina nirxê dînar nerazîbûn nîşan da. Her wiha bang li hikumetê kir ku ji bo kontrolkirina nirxê dînar tedbîran bigire.”

(cx,bb)