Li Efrînê kesekî din hate revandin

MÎT`a dewleta Tirk li navenda bajarê Efrînê yê dagirkirî di 19’ê Çileyê de welatiyekî din revand.

Li Efrînê kesekî din hate revandin
26 ÇILE, 2023   07:15
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyên ji Efrînê, îstixbarata dewleta Tirk a dagirker (MÎT) di 19`ê Çileyê de welatiyê bi navê Elî Reşîd Omer (40) li cem Dibistana Meyselûn a li taxa Eşrefiyê ya Efrînê revand.

Ji destpêka îsal de, dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 30 welatiyên ji Efrînê revandine.

(cx)

ANHA