Endamê MSDʹê Hesen Elî: Li dijî dagirkeriyê eniyeke demokratîk a cîhanî pêwîstiyek e

Endamê Desteya Rêveber a MSD`ê Hesen Mihemed Elî got ew hemû lihevkirinên li dijî gelê Sûriyeyê red dikin û got ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li ser axa Sûriyeyê hewldanên MSD`ê  didomin.

Endamê MSDʹê Hesen Elî: Li dijî dagirkeriyê eniyeke demokratîk a cîhanî pêwîstiyek e
26 ÇILE, 2023   06:43
NAVENDA NÛÇEYAN - EHMED SEMÎR

Li gel guhertin û pêşketinên nû yên li qada Sûriyeyê rû didin, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) hewl dide dawî li aloziya Sûriyeyê bîne. Ji bo wê jî, di qada dîplomatîk de li ser asta navneteweyî, erebî û hundirîn a Sûriyeyê dixebite.

Di vê navberê de Rûsya navbeynkariyê dike da ku têkiliyan di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de vejîne ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve qut bûbûn. Lê dê gelê Sûriyeyê berdêla vê hewldanê bide ku li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

‘BERIYA LIHEVKIRINÊ DIVÊ DEWLETA TIRK JI SÛRIYEYÊ DERKEVE’

Der barê piştperdeya nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de endamê Desteya Rêveber a MSD`ê Hesen Mihemed Elî ji ajansa me re axivî û got: “Em ne li dijî başkirina têkiliyan bi dewletên cîran re ne. Lê armancên din ên lihevkirina sêalî hene ku li ser serdestiya nîştimanî ya Sûriyeyê xetere ne.”

Elî îşaret pê kir ku beriya her nêzîkbûnekê divê dewleta Tirk a dagirker ji xaka Sûriyeyê bê derxistin û wiha domand: “Dewleta Tirk dewleteke dagirker e. Ev nêzîkbûn tê wateya radestkirina hemû deverên Sûriyeyê û jidestdayîna serweriya Sûriyeyê ye. Ji ber wê jî berî tu lihevkirinan, divê pêşî dewleta Tirk a dagirker ji xaka Sûriyeyê derkeve.”

‘NÛKIRINA LIHEVKIRINA EDENEYÊ LI SER RÊVEBERIYA XWESER METIRSIYEKE MEZIN E’

Têkildarî armanca vejandina têkiliyan di navbera aliyan de, Elî got: “Armanceke din a vê lihevkirinê heye, ew jî hedefgirtina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi rêya vê lihevkirinê dagirkirina xwe rewa bike û divê sûrî vê baş fêm bikin.”

Her wiha Elî diyar kir ku dewleta Tirk careke din hewl dide Lihevkirina Edeneyê vejîne ku berê dixwest 5 kîlometreyan bikeve nava axa Sûriyeyê lê niha behsa 30 kîlometreyan dike, bi wê rewabûnê ji Sûriyeyê dibe û got ev jî li ser Rêveberiya Xweser metirsiyên cidî çêdike.

‘EM DÊ LI HEMBER HEMÛ LIHEVKIRINÊN LI SER HESABÊ SÛRIYAN BISEKININ’

Elî destnîşan kir ku ew ne li dijî lihevkirinan in, lê belê divê ne li ser hesabê gelê Sûriyeyê û berjewendiya nîştimanî ya Sûriyeyê û heta ne li ser hesabê Rêveberiya Xweser bin û wiha pê de çû: “Heke li ser hesabê sûriyan û Rêveberiya Xweser bin em dê li hember bisekinin û em nahêlin ew lihevkirin bi ser bikeve.”

‘MSD HEWL DIDE ENIYEKÊ AVA BIKE’

Der barê proje û vebijêrkên wan ên li hember vê nêzîkbûnê de, Elî da zanîn ku ew hewl didin eniyeke demokratîk a cîhanî li hember dagirkeriyê ava bikin.

Elî nirxandina xwe wiha domand: “Mudaxeleya dewleta Tirk di Sûriyeyê de li ser ewlehiya erebî xetere ye. Ferzkirina Osmaniya Nû jî xetere ye. Naskirina vê xetereyê di daxuyaniyên Erebistana Siûdî û Misirê de xuya bû. Ji ber wê divê bi dewletên Ereban re jî li hember vê dagirkeriyê eniyek bê avakirin.”

Elî îşaret pê kir ku divê eniya hundirîn bê xurtkirin û got: "Ji ber ku herêmên Rêveberiya Xweser Sûriye û yekitiya wê parast. Hedefgirtina herêmê tê wateya hedefgirtina yekitiya nîştimanî ya Sûriyeyê ye. Divê nêrîneke nîştimanî ya sûrî li hember vê dagirkeriyê hebe.”

‘DEMA BI SÛRIYAN RE LIHEVKIRIN ÇÊBE DÊ SÛRIYE XURTTIR BIBE’

Elî helwesta hikumeta Şamê ya li hember nêzîkbûna bi dewleta Tirk re erênî nirxand ku hikumeta Şamê bidawîkirina dagirkeriyê û qutkirina destekê li ser komên terorîst ji bo temamkirina vê nêzîkbûnê, şert danîn.

Elî wiha dewam kir: “Sûriye dikare bi pêkhateyên gelê Sûriyeyê re li hev bike. Dê hêz di destê wê de be. Dema em li ser Sûriyeya demokratîk a pirreng û nenavendî li hev bikin, wê demê em dê diyalogê bikin.”

‘HER LIHEVKIRINEK DÊ DERFETÊ BIDE DAGIRKIRINA HERÊMÊN DÎTIR’

Elî wiha pê de çû: “Dema lihevkirin bi Sûriyeyê re be, herêmên Rêveberiya Xweser li derveyî vê kontrolê ye. Ji ber wê, teqez lihevkirin li ser herêmên ne di bin kontrola wê de ye. Yanî berjewendî hene. Ez di wê baweriyê de me ku ev lihevkirin dê bibe sedema dagirkirina herêmên din. Her wiha dê dagirkeriya Tirk rewa bike. Bi vê yekê dê rewşa heyî ya dewleta Tirk were qebûlkirin.”

‘LIHEVKIRINA BI DAGIRKERIYA TIRK RE DÊ DAIŞ`Ê VEJÎNE’

Elî destnîşan kir ku xetereya li ser Rêveberiya Xweser li ser Sûriyeyê jî xetere ye û got: “Em di çarçoveyeke navneteweyî de kar dikin ji bo ku rê li pêşiya firehbûna Tirkiyeyê were girtin. Lihevkirina bi Tirkiyeyê re peyamên vejandina DAIŞ`ê dide. Ev dê li ser ewlehiya cîhanî, erebî û nîştimanî ya Sûriyeyê xetere be.”

‘MSD HEWL DIDE ENIYEKE DEMOKRATÎK AVA BIKE’

Elî diyar kir ku ew hewl didin bi rêya yekkirina hêz û kesayetên demokratîk û lidarxistina kongreyekê qitubeke demokratîk a sûrî li hundir û derve ava bikin da ku bigihêjin çareseriyeke sûrî û ev li gotinên xwe zêde kir: “Ev qitub dikare keştiya Sûriyeyê xilas bike û wê bigihîne ewlehiyê, sûriyeyeke demokratîk a pirreng û nenavendî ava bike.”

Elî eşkere kir ku ew ji diyalogê re vekirî ne lê hikumeta Şamê ne hazir e ku çareseriyan bide û li aliyekî din hewl dide sûdê ji fişarên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigire. Her wih got: “Ji ber ku difikire her çi qas fişarên Tirkiyeyê li ser herêmên Rêveberiya Xweser zêde bibin, dê rêveberî tawîzan bide wê. Ev siyaseta Rûsyayê jî. Tirkiyeyê li dijî Rêveberiya Xweser sor dike da ku rêveberî neçar bimîne tawîzan bide.”

‘ÇARESERÎ BI GELÊ SÛRIYEYÊ RE YE’

Elî wiha domand: “2 vebijêrkan datînin pêşiya me, yan vegerin hembêza rejîmê, yan jî rûbirûyî dewleta Tirk a dagirker bimînin. Ev siyaseteke xetere ye û tu feydeya wê nîn e. Dê tevliheviyê vegerîne herêmê. Dê Sûriye vegere tonelek tarî. Ji ber wê divê sûrî û hikumeta Şamê aqilane bin û bizanin ev siyasetên pragmatik ên teng tu feydaya wê tune ye. Ev siyaset desthilatê û gelê Sûriyeyê xilas nake. Çareserî bi gelê Sûriyeyê re ye.”

Girêdayî têkiliyên MSD`ê bi hikumeta Şamê re Elî ev agahî parve kirin: “Hin cara şande diçin Şamê lê diyalog nayê wateya lihevkirinê. Dibe lihev bikin an na. Em hîna negihiştine lihevkirinekê. Şandeyan gelek mijar nîqaş kirin lê ji ber serhişkiya hikumeta Şamê negihaştin encamekê.”

Endamê Desteya Rêveber a MSD`ê Hesen Mihemed Elî di dawiyê de got: “Hikumeta Şamê tenê dixwaze vegere çarçoveya berê, ji ber wê tu çareserî li cem wê nîn e. Gelê Sûriyeyê bi giştî û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî, vê yekê qebûl nake.”

(şx)

ANHA