Parlamenterekî iraqî: Em ji civîna têkildarî êrişên li ser xaka Iraqê re amade ne

Parlamenterê iraqî Refîq Salih destnîşan kir ku Parlamentoya Iraqê civîna wan a têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser axa Iraqê û êrişên kîymewî lê ji ber hin sedeman hat paşxistin, lê ew ji bo kombûnê amade ne.

Parlamenterekî iraqî: Em ji civîna têkildarî êrişên li ser xaka Iraqê re amade ne
26 ÇILE, 2023   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker ya li ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê berdewam e. Dewleta Tirk li gel êriş û bombebaranên xwe yên rojane yên li ser herêmê, çekên kîmyawî û qedexekirî jî bi kar tîne.

Dihat payîn ku Parlamentoya Iraqê ji bo nîqaşkirina binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li ser axa Iraqê û di nav de êrişên kîmyewî, bicive.

Parlamenterê Çerçoveya Hemahengî Refîq Salih ku ji ajansa Rojnewsê re axivî, diyar kir ku hinek sedemên bûyerên bi lez yên li Iraqê pêk hatîn hebûn ku di nava van de zextên Amerîkayê yên li ser siyaseta aborî, darayî û diravî ya Iraqê heye, ji bilî vê Parlamentoya Iraqê ji ber bêhndana zivistanê nikarî kom bibe.

Refîq Salih got: “Em wek aliyê Çerçoveya Hemahengî ya Parlamentoya Iraqê, ji kombûnek di derbarê êrişên li ser serweriya Iraqê amade ne. Ev nayê qebûlkirin ku destkarî li ser serweriya nîştîmaniyê dikin û dibin sedema kuştin û koçberbûna gelê Iraqê.”

(cx)