ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-1-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-1-2023
25 ÇILE, 2023   23:00

Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo pêşangeheke şêwekariyê li dar dixe saet di 14:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê şêniyên kantona Kobanê mûm li ser gorên şehîdan ên Goristana Şehîd Dîjle pêdixin saet di 17:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kombûna Jinan a Zenbûya ya Minbicê bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê sînefizyonek li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajêr pêşan dide saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şaredartiya gel ku li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê wekî lingekî esasî yê sîstema demokratîk pêş dikeve, bi nêrîn û ferasetê jinê derbasî astek nû dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mihemed Şahîn got serkeftina Kobanê bi baweriya gel bi doza xwe pêk hat û bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku bi ruhê berxwedana Kobanê bibin yek û li hember dewlet û rejîmên ku destkeftiyên şoreşê tehdît dikin, bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Qamişlo ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan, beşdarî hemleya komkirina îmzeyan bûn ku bi rêya avakirina komîteyan di nava komînan de dest pê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hiqûqnas Hêmen Hesîb wek rêbazekê ji bo îsbatkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîla, pêşniyar kir ku gerîlayên HPG′ê yên bi çekên kîmyewî birîndar bûne, veguhêzin Ewropayê û çalakger û nexweşxaneyên ewropî yên pêbawer wan bibînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamê Desteya Rêveber a MSD`ê Mihemed Hesen Elî got ew her lihevkirinekê li dijî gelê Sûriyê red dikin. Elî eşkere kir ku ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk li ser axa Sûriyê hewldanên MSD`ê li ser gelek astan hene. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA