​​​​​​​Ciwanan banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan kir

Bi sedan ciwanên Qamişlo bi xwepêşandanekê banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan kirin û destnîşan kirin ku ew dê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.

​​​​​​​Ciwanan banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan kir
​​​​​​​Ciwanan banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan kir
​​​​​​​Ciwanan banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan kir
​​​​​​​Ciwanan banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan kir
25 ÇILE, 2023   19:58
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandan ji pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo bi beşdariya bi sedan ciwan û şêniyan dest pê kir.

Xwepêşanderan wêneyên Rêber Ocalan, alên Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê hildan û bi berzkirina siloganên  "Bimire dewleta Tirk a faşîst" , "Ji rêber Ocalan re azadî" "Bijî berxwedana Îmraliyê" ber bi avahiya Şaredariya Gel a Qamişloyê ve meşiyan.

Li wir, endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan Rîm Dede destnîşan kir ku tecrîda dewleta Tirk a dagirker a li ser Rêber Ocalan bi armanca têkbirina îradeya gelan û alozkirina çareseriya aştiyane ya rêber Ocalan e, her wiha ew berdewamiya komploya navneteweyî ye.

Rîm wiha domand: "Beşdariya ciwanan di vê çalakiyê de careke din piştrast dike ku ciwan li ser şopa fikrê rêber Ocalan û berxwedana wî ne, dijmin û dewletên împeryalîst di serî de dewleta Tirk a dagirker jî ji vê yekê ditirsin."

Di dawiya axaftina xwe de Rîm got: “Bi îradeya ciwanên apoyî em ê tecrîdê têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk bînin, heta pêkanîna armanca xwe em ê li qadan bin.”

Xwepêşandan bi berzkirina siloganên “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ciwan fedaiyên Rêber Ocalan in” bi dawî bû.

(mh)

ANHA