Heyva Sor a Kurd alîkarî pêşkêşî malbatên qurbaniyên Şêxmeqsûdê kir

Heyva Sor a Kurd ji bo malbatên qurbaniyên avahiya hilweşiyayî ya Şêxmeqsûd wek alîkariyeke mirovî pere belav kirin.

Heyva Sor a Kurd alîkarî pêşkêşî malbatên qurbaniyên Şêxmeqsûdê kir
25 ÇILE, 2023   18:34
HELEB

Di encama hilweşîna avahiyekê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 din jî birîndar bûn, lêpirsîna der barê sedemên bûyerê de hîn jî didomin.

Têkildarî vê yekê, wek alîkariyeke mirovî ji bo malbatên qurbaniyan, Heyva Sor a Kurd a Şehba û Efrînê pere li wan malbatan belav kirin.

Heyva Sor a Kurd ji bo her malbatekê 5 mîlyon lîre belav kirin, her wiha dermankirina herdu birîndaran Mistefa Îbo û Cemal Carûr li xwe girt.

Her wiha 15 mîlyon lîre ji bo xortê ku tevahiya malbata xwe di vê bûyerê de ji dest daye û bi xwe jî birîndar bûye, hate veqetandin.

/ar/uploads/files/2023/01/25/174601_2023-1-25-hlb-alhlal-alahmr-alkrdy-ywza-almawnat-28329.webp

Piştî pêşkêşkirina alîkariyan, endamê rêveberiyê yê Heyva Sor a Kurd Hesen Nebo sersaxî ji malbatên qurbaniyan re û selametî ji birîndaran re xwest.

Nebo ji ajansa me re wiha axivî: "Ev însiyatîfa pêşkêşkirina alîkariyan bi armanca sivikkirina barê malbatên qurbaniyan e, nexasim di rewşa dorpêçkirina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û kantona Şehbayê de."

Di dawiya axaftina xwe de Hesen destnîşan kir ku ew heta dikarin alîkariyê pêşkêşî gel dikin û di aliyê mirovî de destekê didin wî."

Tê zanîn ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê di daxuyaniyekê de encamên destpêkê yên lêpirsîna li ser sedemên qewimîna bûyerê eşkere kirin û da zanîn ku lêpirsîn hîn jî didomin.

(mh/şx)