Hiqûqnas Hêmen Hesîb: Bila birîndarên çekên kîmyewî veguhêzin Ewropayê

Hiqûqnas Hêmen Hesîb wek rêbazekê ji bo îsbatkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîla, pêşniyar kir ku gerîlayên HPG′ê yên bi çekên kîmyewî birîndar bûne, veguhêzin Ewropayê û çalakger û nexweşxaneyên ewropî yên pêbawer wan bibînin.

Hiqûqnas Hêmen Hesîb: Bila birîndarên çekên kîmyewî veguhêzin Ewropayê
26 ÇILE, 2023   00:47
NAVENDA NÛÇEYAN - EHMED SEMÎR

Artêşa Tirk a dagirker bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî li dijî Herêmên Parastinê yên Meydayê yên Başûrê Kurdistanê, li gel bêdengiya hêz û rêxistinên navneteweyî, dewam dike.

HPG′ê daxuyand ku di 2022′yan de artêşa Tirk a dagirker 3 hezar û 280 caran bi çekên kîmyewî êrişî gerîlayan kiriye, di encamê de 55 gerîlayên HPG/YJA Starê bi êrişên kîmyewî û bombeyên qedexe şehîd bûne.

HPG′ê di 27′ê Kanûnê de bang li saziyên têkildarî kiribû ku bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta Tirk ve lêkolîn bikin û gotibû: "Em radigihînin ku yên bixwazin bên dikarin werin, yên dixwazin lêkolînê bikin jî em dikarin li gorî derfetan alîkariyê bidin wan.”

‘DIVÊ MIJARA BINGEHÎN EW BE KU DEWLETA TIRK HIQÛQA NAVNETEWEYÎ BINPÊ KIRIYE’

Li ser çawaniya alîkariya ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta Tirk ve, hiqûqnas Hêmen Hesîb wiha got: "Pêdiviya lêkolînkirina vê dozê bi planeke xebatê ya kûr heye. Divê mijara wê ya bingehîn ew be ku dewleta Tirk binpêkirineke navneteweyî kiriye. Ew jî binpêkirina Lihevkirina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ye ku dewleta Tirk jî beşek ji wê lihevkirinê ye."

′BÊDENGIYA IRAQÊ BINPÊKIRINA LIHEVKIRINA QEDEXEKIRINA ÇEKÊN KÎMYEWÎ YE′

Li ser astengiyên avakirina komîteyekê ji aliyê hikumeta Iraqê ve, da ku bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve, lêkolîn bike, Hesîb destnîşan kir ku pirsgirêk ew e ku Iraq dewleteke ne xwedî serwerî ye, ji lew re destwerdanên herêmî û navneteweyî bandorê li biryara hikumeta Iraqê dikin.

Hesîb diyar kir ku ya girîng li ser mijara bêdengiya Iraqê di civata navneteweyî de were xebitandin, ji ber ku bêdengiya Iraqê bi xwe binpêkirina Lihevkirina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ye û got: “Ev girîng e û divê neyê paşguhkirin.”

‘HERÊM NE EWLE YE, TU KES NIKARE EWLEHIYA ENDAMÊN ŞANDEYAN MISOGER BIKE’

Hesîb besha astengiyên li pêş şandeyên derve yên ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî ve tên herêmê, kir û wiha pê de çû: "Astengî pir in, ji wan berjewendiyên navneteweyî ne. Her wiha herêma ku çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn ne ewle ye û tu kes nikare ewlehiya endamên şaneyan misoger bike."

′PEYMANA ROMAYÊ JI BO XIZMETKIRINA DEWLETAN HATIYE SAZKIRIN′

Hesîb ev tişt got: "Xaleke bingehîn jî lihevkirin û peymanên navneteweyî yên der barê mafên mirovan û sûcên navneteweyî ne, ku ji bo xizmetkirina dewletan hatine sazkirin û nakevin xizmeta gelan.”

Hesîb, Peymana Romayê wekî nimûne da û got: “Peyman, destûra Dadgeha Cinayetan a Navneteweyî ye, ji bo mafên tevlêbûn an tevlênebûnê bide dewletan hatiye amadekirin. Di naveroka wê de tê gotin, divê dadgeh destwerdanê li tu doza ku dikeve xana sûcên navneteweyî neke. Gelo ev tê çi wateyê? Anku ev ji bo xizmetkirina dewletan hatiye sazkirin?"

Hesîb da zanîn ku divê li gorî Peymana Romayê, Dadgeha Cînayetan a Navneteweyî neçar bike ku çi sûcek ji sûcên navneteweyî lêkolîn bike û got: “Bêyî ku tevlêbûna dewleta ku ev sûceke kiriye ji peymanê re li ber çavan bigire. Lê belê bi forma niha, dewleta Tirk sûcên navneteweyî; qirkirina komî, sûcên şer û sûcên mirovahî pêk tîne û tev li vê peymanê nebûye da ku ev yek li pêş destwerdana dadgeha sûcên navneteweyî bibe asteng."

PÊŞNIYARÊN JI BO NÎQAŞKIRINA VÊ DOZÊ DI QADA NAVNETEWEYÎ DE

Hesîb pêşniyar kir ku xebat were kirin ku dewleta Tirk binpêkirineke hiqûqa navneteweyî kiriye û wiha got: “Dema ku civata navneteweyî îqna bibe ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn, pirsa wê demê derkeve ew e ku ev li dijî kê hatine bikaranîn? Bê guman bersiv dê ev be; li dijî Kurdan. Divê em mijar kêm neyê dîtin."

Ji bo nîqaşkirian vê dozê di qada navneteweyî de, Hêmen Hesîb wiha ev pêşniyar kir: "Divê birîndaran wek şahidên bikaranîna çekên kîmyewî veguhêzin Ewropayê. Her wiha divê nimûneyên axa herêmê û lawirên birîndar û yên mirî jî werin veguhastin û bi rêya nexweşxaneyên Ewropayê yên pêbawer raxin pêş çavên çalakger û rêxistinan."

(fr/cx)

ANHA