Ji bo bidawîkirina tecrîdê Însiyatîfa Gel bi saziyên Qamişlo re civiya

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo şîrovekirina makenîzmeya komkirina îmzeyan a bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser rêber Ocalan, bi saziyên Qamişlo re civiya.

Ji bo bidawîkirina tecrîdê Însiyatîfa Gel bi saziyên Qamişlo re civiya
23 ÇILE, 2023   14:59
QAMIŞLO

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê, hemleya komkirina îmzeyan ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî, dest pê kir. Hemle bi dirûşma "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga bidawîkirina tecrîda li ser rêber Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dikin" e.

Ji bo şîrovekirina makenîzmeya komkirina îmzeyan, îro Însiyatîfa Gel bi meclisên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yên kantona Qamişlo, nûnerên saziyên kantonê, Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongra Star re civiya.

Di civînê de endamên însiyatîfê mekanîzmeya komkirina îmzeyan ji beşdaran re şîrove kir, ku çaverêye hemle sibe sêşemê bi rêya meclis û komînên bajêr, bajarok û gundên wê, piştî amadekirina komîteyan ji endamên însiyatîfê, dest pê bike.

(mh)

ANHA