​​​​​​​Şêniyên Hesekê sersaxî ji malbata şehîd Rojhat Hesekê re xwest

Şêniyên Hesekê û navçeya Dirbêsiyê sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Hacî Mihemed re xwest û soza domandina têkoşînê û parastina xaka xwe da ku bi xwîna ciwanên herêmê hatiye avdan.

​​​​​​​Şêniyên Hesekê sersaxî ji malbata şehîd Rojhat Hesekê re xwest
23 ÇILE, 2023   14:52
HESEKÊ

Bi sedan şênî û pêkhateyên bajarê Hesekê, navçeya Dirbêsiyê û endamên saziyên sivîl û leşkerî tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Mihemed Hacî Mihemed (Rojhat Hesekê) bûn ku Meclisa Malbatên Şehîdan li pêşiya mala şehîd a li gundê Şemoke yê navçeya Dirbêsiyê hatiye vedan.

Şehîd Rojhat Hesekê di 19'ê vê Çileyê de di encama hedefgirtina navendeke têkiliyên leşkerî li bajarokê Rimêlanê de şehîd bûbû. Ew navend ji bo lidarxistina hevdîtinên bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî re dihat bikaranîn.

Di merasîma sersaxiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Misewec Dirbêsiyê di serî de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û hemû şehîdên rêya azadiyê bi bîr anîn û got: "Şehîd bingeha şoreşa me ne û bi fedakariya xwe cewhera şoreşê temsîl dikin, ji ber wê jî divê em destkeftiyên wan biparêzin."

Misewec Dirbêsiyê destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker têkbirina projeya demokratîk a herêmê û têkbirina îradeya gel e.

Her wiha, fermandarê Meclisa Leşkerî ya Hesekê Bêcan Başo got: "Her ku êriş li dijî me girantir bibin, em dê ewqasî bi xaka xwe ve girêdayî bin û berxwedana xwe ya li ser şopa fikrê rêber Abdulla Ocalan bilind bikin. Hevgirtina gelan jêdera hêzê ye."

Piştre, endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê Îdrîs Oso soza şopandina rêya şehîdan da ku bi saya wan aramî li herêmê pêk hatiye.

Merasîm bi berzkirina siloganên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

(mh)

ANHA