​​​​​​​ʹEm amade ne ax û destkeftiyên xwe biparêzinʹ

Şêniyên Hesekê û Tirbespiyê piştgiriya xwe bi QSDʹê re anîn ziman û diyar kir ku ew amade ne xaka xwe biparêzin .

​​​​​​​ʹEm amade ne ax û destkeftiyên xwe biparêzinʹ
22 ÇILE, 2023   03:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Hesekê û Tirbespiyê di salvegera yekemîn a êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li ser girtîgeha  Sînaayê de diyar kir ku xweparastin û piştgiriya hêzên leşkerî mîsogeriya ewlehiya herêmê ye.

/kr/uploads/files/2023/01/21/191519_-.webp

Welatiyê ji pêkhateyê Ereb yê ji bajarê  Hesekê Ebdulkerîm Sûylih anî ziman ku berdêl çi dibe bila bibe ew dev ji xaka bernadin û got: "Ev xak bi xwîna kesên pîroz ên ku di oxira rizgarkirinê de berdêlên giran dane, hatiye avdan."

Sûylih  diyar kir ku ew gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade ne xaka xwe û destkeftiyên xwe biparêzin û li hemberî her êrişan destekê bidin yekîneyên xwe yên leşkerî.

/kr/uploads/files/2023/01/21/191624_-.webp

Welatiya bi navê Melka Şêxmûs a ji pêkhateya Kurd a ji bajarê Hesekê êrişa çeteyên DAIŞʹê ya li ser girtîgeha Sînaa bi êrişeke "Qirêj" wesif kir û got: "Bila Erdoganê faşîst û çeteyên wî bizanibin ku em bi xaka xwe ve girêdayî ne û em ê heta dilopa dawî ya xwînê bi hêzên xwe yên leşkerî re herêmên xwe biparêzin."

/kr/uploads/files/2023/01/21/191701_-.webp

Welatiyê bi navê Şêxmûs Şahîn ê ji pêkhateya Kurd ê bajarê Hesekê bal kişad ser girîngiya  parastina cewherî û got:  "Em bi mezin û biçûkên xwe,  li kêlekî hêzên xwe yên leşkerî  sekinin û me herêma xwe ji çeteyên DAIŞ`ê parastin.ʹʹ

Şahîn di dawiya axaftina xwe de got: “Ger em piştgirya hêzên xwe nekin û bajarên xwe ji çeteyan, neparêzin wê kî biparêze."

/kr/uploads/files/2023/01/21/191538_-.webp

Welatiyê bi navê  Fermez Cûma  yê ji Tirbespiyê diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êriş û sûcên li ser herêmê dike, ew e ku gel bitirsîne û herêmê dagir bike.

Fermez Cûma sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û destnîşan kir ku pêkhateyên herêmê hevgirtî ne û xwe dispêrin parastina cewherî.

Cûma da zanîn ku êriş wan ji armancên azadî û parastina destkeftiyên şoreşê dûr naxin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me rêya berxwedanê hilbijartiye. Berdêl çi dibe bila bibe em ê hevgirtina xwe xurt bikin û piştgiriya bi hêzên xwe re bidomînin."

/kr/uploads/files/2023/01/21/191606_-.webp

Welatiyê bi navê Mistefa Hac Xelef jî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên domdar ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekitiya pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan dike hedef.

Mistefa Hac Xelef diyar kir ku ew ê şopdarên xeta şehîdan bin û armancên xwe yên azadî û demokrasiyê bi cih bînin.

/kr/uploads/files/2023/01/21/191553_-.webp

Welatiya bi navê Lîlav Hesen anî ziman ku ji bo qewitandina dagirkeran û ji bo belavkirina projeya neteweye demokratîk divê eniyeke yekbûyî were avakirin.

Lîlav Hesen bêdengiya hêzên navneteweyî û hikumeta Şamê ya li hemberî sûcên dewleta Tirk şermezar kir û anî ziman ku ew ê şopdarên xeta şehîdan bin û têkoşînê bidomînin.

(zh/bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/X3j7j5gc-A8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>