​​​​​​​Jinan li Reqayê banga hesabpirsînê ji kujerê Nûra El Ehmed û zaroka wê kir

Gelek jinan li Reqayê û gundewarê wê, sûcê kuştina mamoste Nûra El Ehmed û zaroka wê şermezar kir. Her wiha banga birîna cezayê herî giran li dijî gunehkeran kir. Jinan destnîşan kir ku divê tevger û rêxistinên jinan ji bo rawestandina tundiya li dijî jinan, kar û xebatên xwe xurttir bikin.

​​​​​​​Jinan li Reqayê banga hesabpirsînê ji kujerê Nûra El Ehmed û zaroka wê kir
22 ÇILE, 2023   01:51
REQA-ALAA EL ELÎ

Li hember sûcê kuştina dayika ducanî Nûra El Ehmed (25) û zaroka wê (8) li taxa Mişleb a Reqayê, gelek jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûna xwe nîşan da.

Li Reqayê di 16`ê Çileyê de, jina ducanî Nûra El Ehmed û zaroka wê ya 8 salî hatin kuştin. Şêniyên bajêr li hember vê bûyerê bi hêrs bûn û banga birîna cezayî herî giran li sûcdaran kir.

/kr/uploads/files/2023/01/21/191115_-2.webp

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê Ebîr El Nafii bûyer şermezar kir û bang li aliyên têkildarî kir ku cezayên herî giran li sûcdaran ferz bikin.

Ebîr bang li rêxistin û tevgerên jinan kir ku ji bo rawestandina tundiya li ser jinan, kar û xebatên xwe xurttir bikin.

/kr/uploads/files/2023/01/21/191034_-2.webp

Her wiha Endama Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Gel a bajarokê El Ekêrşî, Asya El Elî sûcê hovane yê li dijî Nûra û zaroka wê hatiye kirin û yên li djî jinan şermezar kirin. Asyayê bang li tevgerên jinan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir ku sûcên wiha paşguh nekin.

/kr/uploads/files/2023/01/21/191056_-.webp

Berdevka Nivîsgeha Edaleta Civakî ya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê Zehra El Şilaş jî banga hesabpirsînê ji sûcdaran kir û her wiha bang li aliyên têkildar kir ku bi lez biryarekê li hember sûcdaran bidin.

(şx)

ANHA