​​​​​​​Bîlançoya destpêkê ya avahiya hilweşiyayî: 7 kesan jiyana xwe ji dest da 3 jî birîndar in

Li gorî bîlançoya destpêkê ya avahiya şevê din li taxa Şêxmeqsûd hilweşiyayî, 10 kes ji bin kavilan hatine derxistin, ji wana 7 kesan jiyana xwe ji dest daye, 3 jî birîndar in.

​​​​​​​Bîlançoya destpêkê ya avahiya hilweşiyayî: 7 kesan jiyana xwe ji dest da 3 jî birîndar in
​​​​​​​Bîlançoya destpêkê ya avahiya hilweşiyayî: 7 kesan jiyana xwe ji dest da 3 jî birîndar in
​​​​​​​Bîlançoya destpêkê ya avahiya hilweşiyayî: 7 kesan jiyana xwe ji dest da 3 jî birîndar in
​​​​​​​Bîlançoya destpêkê ya avahiya hilweşiyayî: 7 kesan jiyana xwe ji dest da 3 jî birîndar in
​​​​​​​Bîlançoya destpêkê ya avahiya hilweşiyayî: 7 kesan jiyana xwe ji dest da 3 jî birîndar in
​​​​​​​Bîlançoya destpêkê ya avahiya hilweşiyayî: 7 kesan jiyana xwe ji dest da 3 jî birîndar in
​​​​​​​Bîlançoya destpêkê ya avahiya hilweşiyayî: 7 kesan jiyana xwe ji dest da 3 jî birîndar in
​​​​​​​Bîlançoya destpêkê ya avahiya hilweşiyayî: 7 kesan jiyana xwe ji dest da 3 jî birîndar in
​​​​​​​Bîlançoya destpêkê ya avahiya hilweşiyayî: 7 kesan jiyana xwe ji dest da 3 jî birîndar in
22 ÇILE, 2023   06:43
HELEB-MIHEMED EBDO

Li gorî bîlançoya destpêkê ya hilweşîna avahiyek 5 qatî li taxa Şêxmqsûd a Helebê, 10 kesên di bin kavilan de ji aliyê Tîmên Tenduristiyê û Tîmên Awarte ve hatin derxistin.

Ji nav kesên hatine derxistin, heta vê kêliyê 7 kesan jiyana xwe ji dest daye û 3 kes birîndar in ku yek ji wan zarokekî 15 salî ye.

Tîmên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir ragihand ku rewşa 2 birîndaran giran e.

Hate hîbûn ku 7 malbatên ji pêkhateyên cuda di avahiya hilweşiyayî de bi cih dibûn, di nav de malbatek ji 12 kesan pêk dihat. Bi giştî zêdetirî 30 kesî di bin kavilên avahiya hilweşiyayî de asê mabûn.

Xebatên rizgarkirinê û rakirina kavilan ji aliyê tîmên awarte ve hat vê kêliyê jî didomin.

(cx)

ANHA