Zarokê di êrişa dewleta Tirk de birîndar bûbû şehîd bû

Ehmed Ebdulxanî Salim (12) ku 18ʹê Çileyê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser rêya Qamişlo-Dêrikê de birîndar bûbû, şehîd bû.

Zarokê di êrişa dewleta Tirk de birîndar bûbû şehîd bû
21 ÇILE, 2023   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a 18ʹê Çileyê ya li dijî erebeyekê li ser rêya Qamişlo-Dêrikê de, zarokê bi navê Ehmed Ebulxenî Salim (12) bi giranî ji serê xwe birîndar bûbû.

Ehmed Salim li nexweşxaneyeke Qamişloyê dihat tedawîkirin. Tevî hemû hewldanên bijîşkan jî duh êvarî şehîd bû.

Hêjaye bibîrxistinê ye ku balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li nêzî Rawestgeha Arî ya li xaçerêya gundê Maşûq (7 km dikeve rojhilatê Tirbespiyê) li erebeyekê dabû. Di encamê de kesên di erebeyê û kesekî din ku li nêzî cihê êrişê bûn, birîndar bûbûn.

 (bb)

ANHA