YPJ: Em ê axa xwe rizgar bikin û armancên şehîdan pêk bînin

Fermandariya Giştî ya YPJ′ê diyar kir ku bi boneya salvegera 5′emîn a dagirkirina Efrînê ew ê bi rihê şehîdên Berxwedana Serdemê û şehîdên Gurzê Gelan tê bikoşin û got: "Em ê axa xwe rizgar bikin û armancên şehîdên xwe pêk bînin."

YPJ: Em ê axa xwe rizgar bikin û armancên şehîdan pêk bînin
20 ÇILE, 2023   05:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 5′emîn a dagirkirina Efrînê Fermandariya Giştî ya YPJ′ê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Di salvegera 5’emîn a dagirkirina Efrînê de em ê bi rihê şehîdên Berxwedana Serdemê tê bikoşin û bi girêdana welatparêziya gelê xwe tola şehîdên xwe rakin, dagirkeriyê ji axa xwe têk bibin.

Hişmendiya dagirker a ku vîna gelan napejirîne û dijminahiya demokrasî û azadiyê dike, bi qirkirin, komkujî û dagirkirinê ve hewl dide ku hebûna axa azad û civaka azad ji holê rake. Gef û êrîşên îro dewleta Tirk a dagirker  li ser axa Rojava, Bakûr û Rojhilatê Sûrî pêk tîne jî encamên vê feraseta desthilatdar e ku bi heman armancê qirkirinê hedef dike. Lê gelê me yê berxwedêr ruxmê giştî êrîş û gefên dagirkeriya dewleta Tirk li kêleka şervanên xwe di qadên berxwedanê de têkoşîna azadiyê didin. Gelê me di operasyona hewayî ya 19’e Mijdarê de helwesta xwe ya li hember dagirkeriyê dewleta Tirk diyar kir û bi vê sekn û helwesta xwe ji Şehba heya Kobanê û heya Dêrikê careke din xwedî li axa xwe û şoreşa xwe derket.

Em weke hêzeke parastinê bi hêz û vîna gelê xwe bi ceste(beden) bûne. Ji ber vê yekê jî em ê heta yek bihûsteke axa me jî di bin dagirkeriyê  de be têkoşîna xwe bidomînin. Em soz didin gelê xwe yê xwedî rûmet û her hevalekî xwe yê ku li ser axa Efrînê xwîna xwe rijand û hemû şehîdên Gurzê Gelan ku bûne şehîdên azadiyê, em ê welatê xwe ji dagirkeran  re nehêlin."