​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-1-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-1-2023
19 ÇILE, 2023   23:00

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê bi boneya salvegera 5`an a destpêkirina êrişan li dijî Efrînê li Qada Jina Azad a Kobanê daxuyaniyek dide saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê turnuvaya karate li navenda yekitiyê ya li Qamişlo li dar dixe saet di 09:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Berxwedana şervanan a ji bo azadî û yekitiya gelan û fedakariyên 121 şehîdan ên li hemberî êrişa çeteyên DAIŞʹê ya li ser girtîgeha Sînaayê, bi serkeftinê tacîdar bû. Pêngava Gurzê Gelan hêviyên DAIŞʹê yê zindîkirina xîlafeta xwe têk birin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Hesekê careke din destnîşan kirin ku ew bi QSD`ê re ne û bang li hêzên navneteweyî kirin ku hesabê ji dewleta Tirk a dagirker bipirsin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Du çeteyên ku beşdarî êrişa li ser girtîgeha Sînaayê bûbûn diyar kirin ku armanca wan a dagirkirina Qamişlo, Hesekê û Reqayê bû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hiqûqnasên li Reqa û Tebqayê diyar kirin ku cezayên dîsplînê yên li rêber Abdullah Ocalan tên birîn, li dijî qanûn û pîvanên mafên mirovan in. Her wiha bang li rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî kir ku cidî kar bikin û tecrîdê bi dawî bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakvanê siyasî Cibraîl Mistefa diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker Efrîn dagir kir ji bo ku Mîsaqî Mîllî pêk bîne, zîhniyeta selefî li kantonê û herêmên din ên dagirkirî ferz bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

Wezîrên parastinê û şefên îstîxbaratê yên Sûriye û Tirkiyeyê bi navbeynkariya Rûsyayê cara yekem li Moskovê li hev civiyan û hewl dan pêvajoya xwînî ya di navbera her du welatan de bi dawî bikin. Desthilata faşîst a li Tirkiyeyê di polîtîkayên xwe yên êrişkariyê de israr kir û ji bo rêveberiya Şamê berdêlên wê gelekî giran bûn. Rê li ber hilweşandina Sûriyeyê, mirin, birîndarbûn û koçberbûna bi milyonan mirovan vekir.

ANHA