Kongra Star dagirkirina Efrînê şermezar kir

Koordînasyona Kongra Star bi boneya salvegera 5`an a destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî kantona Efrînê daxuyaniyek da.

Kongra Star dagirkirina Efrînê şermezar kir
20 ÇILE, 2023   06:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 20`ê Çileya 2018`an de dewleta Tirk a dagirker êrişî kantona Efrînê kir û piştî berxwedana 58 rojan a şêniyên kantonê û hêzên wê, kanton dagir kir.

Bi boneya salvegera 5`an a destpêkirina êrişan Koordînasyona Kongra Star daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de koordînasyonê got: “Rewşeke wiha li Rojhilata Navîn û Sûriyê heye ku bi navê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê naskirin û navenda wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Bi hebûna hêzên ku mudaxeleya Sûriyê kirine, em di wê baweriyê de ne ku dikarî gelê herêmê biparêzin. Lê wan hem gel hem pêşengên wê rû bi rûyî êriş û komkujiyan hiştin.

Îro 20`ê Çileyê destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê ye ku di 2018`an de pêk anîne û di encamê de Efrîn dagir kir. Her wiha di heman dîrokê de lê di sala 2022`yan de çeteyên DAIŞ`ê bi komployekê ku destê dewleta Tirk û hikumeta Şamê tê de heye, êrişî Girtîgeha Sînaa ya Hesekê kir. Ji bo ku projeya neteweya demokratîk a li herêmê ku li ser wê Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê di 21`ê Çileya 2014`an de hate damezirandin, têk bibin.

Lê di êrişê de bi saya berxwedana mezin a hêzên leşkerî yên herêmê ku Pêngava Gurzê Gelan ragihandin, bi bin ketin û hewldanên hêzên leşkerî bi serkeftineke mezin tacîdar bû. Lê di oxira parastina herêmê de 121 cangoriyên azadiyê şehîd bûn.

Em di serî û di kesayeta 121 qehremanên ku efsaneyên dîrokî nivîsandin tevahî şehîdên şoreşa azadiyê bi bîr tînin û soza xwe di salvegera yekemîn a Pêngava Gurzê Gelan de nû dikin . Her wiha, em xeterî û metirsiyên şaneyên veşartî  yên DAIŞ`ê ku bi dawî nebûne û dewleta Tirk bi hemû rê û rêbazan wan zindî dike, em dibêjin ev rewşa berpirsyariya Hêzên Koalîsyonê bi serkêşiya Amerikayê ye ku rê nede dewleta Tirk careke din DAIŞ`ê li herêmê zindî bike. Dîsa banga me li civata navneteweyî ye ku erka xwe ya darizandina DAIŞ`ê bi lez pêk bîne. Ji ber ku hebûna wan li herêmê xetereyeke mezin e. Di dawiyê de jî em spasiya gelê xwe yê berxwedêr dikin ku bi şervanên xwe re yek bûn heta ku ev komplo têk bir û meşa xwe ya azadiyê heya roja îro dewam kir.”